Buhayên sotemeniyê li Hesekê barê şêniyan giran kiriye

Bilindkirina buhayên sotemeniyê hiştiye li Hesekê lêçûna veguhastinê, xwarin, germkirin û xizmetguzariyê jî bilind bibe, daxwaz hene ku buha werin kêmkirin û barê şêniyan bê sivikkirin.

Buhayên sotemeniyê li Hesekê barê şêniyan giran kiriye
Buhayên sotemeniyê li Hesekê barê şêniyan giran kiriye
Buhayên sotemeniyê li Hesekê barê şêniyan giran kiriye
Buhayên sotemeniyê li Hesekê barê şêniyan giran kiriye
Buhayên sotemeniyê li Hesekê barê şêniyan giran kiriye
Buhayên sotemeniyê li Hesekê barê şêniyan giran kiriye
Buhayên sotemeniyê li Hesekê barê şêniyan giran kiriye
Buhayên sotemeniyê li Hesekê barê şêniyan giran kiriye
Buhayên sotemeniyê li Hesekê barê şêniyan giran kiriye
13 cotmeh, 2026   03:33
HESEKÊ

Ji ber bilindkirina buhayên sotemeniyê ji hêla hikumeta veguhêz ve, li bajarê Hesekê jî sotemenî biha ye, ev jî bandorê li lêçûna veguhastinê, madeyên xwarinê, sahrîcên avê û kehrebeyê dike.

Li gorî agahiyên ku xwediyên benzînxaneyên li Hesekê dane, biryara firotina sotemeniyê li gorî buhayên hatine dayîn li hejmarek benzînxaneyan pêk nayê, hinek benzînxane bi buhayekî bilindtir sotemeniyê difiroşin, buhayê lîtreyeke mazoatê bi 15 hezar lîreyên Sûriyeyê ye û lîtreyeke benzînê bi 18 hezar lîreyan e.

Şêniyê bi navê Mirî Hesen El Salih da zanîn ku sotemenî ne wekî buhayên di biryarê de hatine dayîn tê firotin, lîtreya benzînê ya asta yekemîn gihîşte 18 hezar lîreyan.

Mirî Hesen El Salih diyar kir ku bihakirina benzînê hişt ku kiryar rêyan zêde bibe û barê xwediyê teksiyan û şêniyan giran bibe, hinek ajokar di rojê de 150 hezar lîreyan digirin, ev pere ji ber bilindbûna buhayên sotemeniyê û kel û pelan, têra lêçûna debarê û xebatê nake.

El Salih destnîşan kir ku di demekê de ku rewşa mazota germkirinê ne zelal e ji bo şêniyan, zivistan nêz dibe, biryara lîtreya mazotê bi 10 hezar û 500 lîreyan e, lê bi vî buhayî nayê dayîn.

El Salih da zanîn ku benzînxaneyên li Hesekê mazotê bi 15 hezar lîreyan difroşin, ev buha jî zêde ye û barê wan giran dike.

El Salih daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku careke din buhayên sotemeniyê li ber çavan derbas bikin û buhayan kêm bikin.

Şêniyê bi navê Merwan Esed jî diyar kir ku bilindbûna buhayên sotemeniyên bandorê li hûrgiliyên jiyana rojane dike, lêçûna çûn û hatinê ji 20 hezar bûye 50 hezar lîreyan.

Merwan Esed destnîşan kir ku veguhestina kel û pelan jî bilind bûye, lêçûna hinek madeyan ji 15 hezaran bûye 60 hezar lîreyan, her wiha herî dawî wî ji bo anîna cereyeke xazê 190 hezar lîre dane, 100 hezar jî kirya teksiyê daye, di van gavan de wî 290 hezar lîre xerc kirine.

Merwan Esed da zanîn ku lêçûna kehrebeyê jî bûye 186 dolar, ji ber vê yekê ew neçar bûye ku enerjiya rojê bi kar bîne, ew jî bi teqsîdan kiriye.

Esed diyar kir ku bi nêzîkbûna werzê zivistanê re, bilindbûna buhayan zextê li ser malbatan dike, bi taybet li malbatên ku lê zarok û kesên temenê xwe mezin hebin, divê pirsgirêka sotemenî û germkirinê bê çareserkirin.

Şênî Sead Sead jî destnîşan kir ku bilindkirina buhayên sotemeniyê bandor li gelek sektoran dike, bandorê li kirêya empêran, buhayên madeyên xwarinê, çûn û hatinê, lêçûna sahrîcên avê dike.

Sead Sead da zanîn ku ji ber bilindbûna buhayên nan, malbatên mezin rastî zehmetiyên mezin ê dabînkirina pêdiviyên sereke tên, li aliyeke din pirsgirêka girêdayî hebûna pereyên nû jî heye.

(sb)

ANHA