Dûrxistineke sîstematîk a jinan ji qada siyasî, aborî, ewlehî û perwerdeyê heye

Dane û raporên îsal dûrxistina sîstematîk a jinên li Sûriyeyê ji qadên siyasî, aborî, perwerde û leşkerî nîşan didin. Der barê vê yekê de jî metirsî hene.

Dûrxistineke sîstematîk a jinan ji qada siyasî, aborî, ewlehî û perwerdeyê heye
13 cotmeh, 2026   02:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Jinên li Sûriyeyê di qadên siyasî, îdarî, perwerde û aboriyê, rastî dûrxistin, paşguhkirin û înkareke sîstematîk tên, li beramberî van kiryaran têkoşîna jinan a ji bo parastina destkeftiyan zêde dibe. 

Ev dûrxistin piştî 14 salên têkoşîn û berxwedana di demekê de ku zehmetiyên koçberiyê hebûn pêk tê. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kiriye ku ji dawiya sala 2024`an heta Tebaxa îsal (2026) di topbaran û pevçûnan de 648 jin hatine qetilkirin.

Çalakvan û siyasetmedarên jin ên li Sûriyeyê têkildarî kêmbûna rêjeya temsîliyeta jinan û beşdariya wan a di sazî û rêveberiyan de hişyarî dan û da zanîn ku gavên ku tên avêtin bêyî girtina li ber çavan a îrade û rola jinan a di nava şoreşa Sûriyeyê de tên avêtin, ev xetereyeke mezin li ser siberoja jinan çêdike.

Di nava raporên vê salê de bîlanço tên aşkerakirin, ew jî bi vî awayî ne:

Rêjeya temsîliyeta jinan di parlamentoya Sûriyeyê de, tevî ku pergal dibêje ku divê ne kêmî ji sedî 20`an be, ew niha ji sedî 10 e. Ji hejmara giştî (210) bi tenê 22 jin in.

Di cihên biryardana giştî, navendî, xwecih û sendîkayan de rêjeya temsîliyeta jinan ji sedî 5.5 e.

Rêjeya jinan ên ku di cihên bilind ên saziyan de dimînin (wezîr, gerînende, serok) li ser asta welat de nêzî ji sedî 1.3`ye, tenê jineke wezîr li Sûriyeyê heye û ew jî ya wezîra kar û barên civakî û kar e.

Li ser asta perwerdeyê, Wezareta Perwerdeya Bilind jin dûrî hinek beşên zanîngehan xistin û ew beş tenê ji bo nêran vekirin, mîna peymangeh û fakulteyên leşkerî, zanistî, îdarî û hwd.

Beriya niha parlamenterekî Sûriyeyê yê bi navê Îbrahîm El Zubî di rûniştineke parlamentoyê de bilindbûna rêjeya mamosteyên jin li dibistanan rexne kir û got hebûna jinan a bi hejmarên bilind li dibistanan bandoreke neyînî li kesayeta xwendekaran dike, axaftina wî ya bi vî awayî rastî şermezarkirinê hat.

Li kêlek vê yekê tevî berxwedana li dijî DAIŞ`ê û şerkirina li dijî DAIŞ`ê, rizgarkirina xaka Sûriyeyê, parastina destkeftiyên jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de bi taybet parastina ku ji hêla jinên Kurd ve pêk hat, çarenûsa Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hîn ne zelal e.

Çalakvanên pispor didin zanîn ku dewamkirina bi vê hişmendiyê ya sînordarkirina rola jinan bi malê, yan dayîna roleke şeklî ne li gorî asta berxwedan û têkoşîna jinan e, ev yek valahiya di navbera her du zayendan de kûr dike, dê bihêle civakeke girtî bê avakirin, divê jin ji bo dabînkirina mafên xwe û avakirina welatê xwe, têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

(sb)

ANHA