Brîtanya dîplomatên xwe ji Îranê vekişandin

Brîtanya, ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab û gefa êrişeke gengaz a Amerîkayê li ser Îranê, ragihand ku wê bi awayekî demkî dîpolomatên ji Îranê vekişandine.

Brîtanya dîplomatên xwe ji Îranê vekişandin
27 sibat, 2026   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku ji ber gefên êrişeke Amerîkayê li ser Îranê, wê dîplomatên xwe yên li ser Îranê vekişandine.

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser malpera xwe got, "Ji ber rewşa ewlehiyê, karmendên dîplomatîk bi awayekî demkî ji Îranê hatine vekişandin. Balyozxaneya me ji dûr ve xebatên xwe didomîne."

Wezareta Derve ya Brîtanyayê di nîvê meha Çileyê de ragihandibû ku balyozxaneya xwe ya li Tehranê bi awayekî demkî digire.

(ac/fr)

ANHA