Li Dêrazorê mayînek teqiya, 3 kes mirin

Li Dêrazorê di teqîna mayînekê bi erebeyekê de li çolistana rojavayê Dêrazorê de 3 kes mirin û yek jî birîndar bûn.

Li Dêrazorê mayînek teqiya, 3 kes mirin
27 sibat, 2026   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li çolistana rojavayê Dêrazorê mayînek ji bermahiyên şer teqiya, 3 kes mirin.

Li gorî aagahiyan, mayînek bi erebeyekê de ku hejmarek kes tê de bûn teqiya, 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Ji ber teqînên bermahiyên şer bi sedan kesan jiyana xwe ji dest daye û hejmarek jî birîndar bûye.

(fr)