Bloomberg: Rûsya hewla guhertinê di plana aştiyê ya Amerîkayê de dike

Çavkaniyekî nêzî Kremlinê ji ajansa Bloombergê re diyar kir ku Moskov hewl dide guhertinên cewherî bixe plana aştiyê ya Amerîkayê ya ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê.

Bloomberg: Rûsya hewla guhertinê di plana aştiyê ya Amerîkayê de dike
24 kanûn, 2025   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî nêzî Kremlinê ji ajansa Bloombergê re da zanîn ku Rûsya îsrar dike ku guhertinên bingehîn bixe plana aştiyê ya Amerîkayê ya ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê. Moskovê belgeya heyî ya ji 20 xalan pêk tê, tenê bi xala destpêkirina danûstandinên berfireh bi nav kir.

Li gorî çavkanî, Moskovê diyar kir ku plana ku bi hevkariyê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Ukraynayê de hatiye amadekirin, hewceyî bendên bingehîn ên ji bo Rûsyayê cewherî ne, heye. Ji ber ku ne li gorî pirsgirêkên hesas e, weke siberoja kapasîteyên leşkerî yên Ukraynayê, garantiyên ewlehî û cezayên rojavayî.

Çavkanî anî ziman ku Rûsya belgeyê wek pêşniyarek Ukraynayê dibîne, lê dê bi "aramî û pragmatîk" pê re danûstandinê bike û berî ku helwestek dawî diyar bike, wê lêkolîn bike.

(fr)