Y.J.Ê.R Cejna Noelê li Xiristiyanên Sûriyeyê û cîhanê pîroz kir

Y.J.Ê.Rˊê Cejna Noelê li Xiristiyanên li Sûriyeyê û cîhanê pîroz kir û diyar kir ku ev bone nirxên hezkirin, aştî, bexişandinê xurt dike û ji bo pêşxistina ruhê xweşik û biratiyê di nava tevahî pêkhateyan de bîranîneke mezin e.

Y.J.Ê.R Cejna Noelê li Xiristiyanên Sûriyeyê û cîhanê pîroz kir
24 kanûn, 2025   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê.R) bi boneya hatina Cejna Noelê peyameke pîrozbahiyê ji bo Xiristiyanên li Sûriyeyê û cîhanê da.

Di peyamekê de hat gotin ku "Ev cejna pîroz a ku nirxên hezkirin, aştî û bexişandinê xurt dike, boneya mezin e ji bo pêşxistina ruhê xweşik û biratiyê di navbera hemû pêkhateyên gelê me de û diyarkirina yekitiya têkoşîna me ya hevbeş a ji bo azadî, rûmet û jiyana birûmet e.

Em kêfxweşiyên we parve dikin û dua dikin ku ev Cejn ji bo dilên we bibe mizgîniya xêr û aştiyê, ewlehî û aramî li seranserî welatê me belav bibe, û nirxên hezkirin û mirovahiyê wekî çîra pêketî bimînin.

Her sal hûn di xêr û xweşiyê de bin."

Gelê Xiristiyanî yê li Sûriyeyê û cîhanê di 25ˊê Kanûnê de li dêrên Rojavayî û di 7ˊê Çileyê de li dêrên Rojhilatî yên Atodoksê Cejna Noelê ku rojbûna Îsa ye, pîroz dikin.

(fr)