Yekitiya Jinên Êzîdî: Tirkiye di hovîtî û wêrankirinê de li ser şopa Osmaniyan dimeşe

Yekitiya Jinên Êzîdî ya Rojava êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengalê şermezar kir û bang li civaka êzîdî kir ku piştgiriya rêveberiya xwe ya xweser û hêzên wê bikin.

Yekitiya Jinên Êzîdî: Tirkiye di hovîtî û wêrankirinê de li ser şopa Osmaniyan dimeşe
29 sibat, 2024   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Şengalê da zanîn ku îro li Şengalê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek hedef girt. Di encamê de ajokarê Meclisa Malbatên Şehîdan Sedûn Mîrza Elî şehîd bû.

Der barê wê de, Yekitiya Jinên Êzîdî ya Rojava daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev êriş hat şermezarkirin û hate gotin Tirkiye di hovîtî û wêrankirinê de li ser şopa Osmaniyan dimeşe, kuştina êzîdiyan û koçberkirina wan didomîne.

Yekitiyê sersaxî da civaka êzîdî û banga hevgirtinê li hember hemû cûreyên êrişan kir da ku Şengal aram û ewle bimîne.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin ev êriş di çarçoveya rêzeêrişên li dijî civaka êzîdî de ye. Ev jî nîşan dide ku fermana li dijî wan hîn didome û tiştê ku DAIŞ'ê nikarîbû bikira îro dewleta Tirk a dagirker wê pêk tîne, da ku êzîdiyan ji xaka wan koçber bike.

Di dawiya daxuyaniyê de yekitiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengalê şermezar kirin, ji bo şehadeta Sedûn Elî sersaxî da civaka êzîdî û bang li civaka êzîdî kir ku piştgiriyê bidin rêveberiya xwe ya xweser a Şengalê û hêzên wê yên leşkerî û ewlekarî, da ku hemû cûreyên êrişê bên têkbirin û Şengal ewle û aram bimîne.

(mh)