Birî dema civîna hilbijartina serokkomar diyar kir

Serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî diyar kir ku wê 9ˈê Çileya 2025ˈan ji bo hilbijartina serokkomar bicivin.

Birî dema civîna hilbijartina serokkomar diyar kir
28 mijdar, 2024   14:59
NAVNDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa National News a Lubnanê (NNA), serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî diyar kir ku dê 9ˈê Çileya 2025ˈan rûniştina hilbijartina serokkomar li dar bixin. 

Nebîh Birî got, "Min soz dabû ku piştî agirbestê ez ê yekser dema civîna hilbijartina serokkomar diyar bikim. A niha radighînim ku 9ˈê Çileyê wê civîn were lidarxistin."

Dema serokkomarê Lubnanê yê berê Mîşel Ewn 31ˈê Cotmeha 2022ˈyan bi dawî bibû. Ji wê demê Lubnan bê serokkomar e.

(bb)