Hikumeta Şamê têkildarî geşedanên li gundewarên Heleb û Idlibê daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Hikumeta Şamê der barê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser nuqteyên wê yên li gundewarên Heleb û Idlibê de daxuyanî da.

Hikumeta Şamê têkildarî geşedanên li gundewarên Heleb û Idlibê daxuyanî da
28 mijdar, 2024   14:39
NAVENDA NÛÇEAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Hikumeta Şamê der barê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser hêzên wê yên li gundewarê Heleb û Idlibê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin "rêxistinên terorîst ên çekdar ên bi navên Cebhet El Nusra an (Heyet Tehrîr El Şamê) roja çarşemê 27ˈê Mijdara 2024ˈan êrişeke mezin a berfireh ên li gundewarên Heleb û Idlibê dan destpêkirin. Bi hejmareke mezin a terorîstan, bi çekên navîn û giran êrişî gund û bajarokên ewle û nuqteyên leşkerî yên li wan herêman kirin. Hêzên me yên çekdar bersiva êrişên terorîst da ku heya niha dewam dikin û windahiyên mezin ên canî û madî gihandin wan. Hêzên me bi hemû rêbazan û bi hevkariya hêzên dost li hemberî rêxistinên terorîst şer dikin."

(bb)