Bîlançoya li Siwêdayê girantir bû: 516 kuştî

Hejmara qurbaniyên pevçûnên li Siwêdayê bû 516, ji wan 86 hatine îdamkirin. Hişyariyên ji zêdebûna egera rûdana şerekî taîfî û koçberkirina malbatên koçber ên Siwêdayê jî zêde bûne.

Bîlançoya li Siwêdayê girantir bû: 516 kuştî
17 tîrmeh, 2025   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka şerên li Siwêdayê ve yên ji 13'ê Tîrmehê ve 516 kes hatine kuştin, ji wan 86 sivîl hatine îdamkirin. Hemwextî wê, hişyariyên ji rûdana şerekî taîfî û pêkanîna binpêkirinan zêde bûne.

Li gorî SOHR'ê, amar wiha ne: 150 ji şêniyên Siwêdayê hatine kuştin ji wan 71 sivîl in. Ji endamên Wezareta Berevaniyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 261 hatin kuştin, ji wan 18 ji eşîrên koçer in û 15 jî di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin. Di êrişên Îsraîlê de jî rojnamevanek û 3 kes hatin kuştin. Her wiha 83 kes ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatin îdamkirin û çekdarên Durzî jî 3 kes ji eşîrên koçer îdam kirin, ji wan jinek û zarokek.

SOHR'ê diyar kir ku malbatên koçer ji gelek taxan koçber bûn û rewşa tirsê li atmosfera herêmê serwer e, nexasim ku taxên koçeran ji aliyê şervanên xwecihî ve hatine dorpêçkirin.

Girêdayî wê, hat diyarkirin ku li gundên Teara û Eldara yên rojavayê Siwêdayê di navbera eşîrên bedewî û şervanên xwecihî yên Siwêdayê de pevçûn derketin.

(mh)