Ciwanên Helebê salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

Şêniyên bajarê Helebê salvegera 13`emîn a şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û got hewldanên têkbirina vê şoreşê ji aliyê hêzên serdest û zordest ve, têk çûn.

Ciwanên Helebê salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
Ciwanên Helebê salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
Ciwanên Helebê salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
Ciwanên Helebê salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
Ciwanên Helebê salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
Ciwanên Helebê salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
Ciwanên Helebê salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
17 tîrmeh, 2025   21:25
HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo salvegera 13`emîn a şoreşa 19`ê Tîrmehê şahiyek di hola civînan a 8`ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. Bi sedan ciwan tev li şahiyê bûn. 

Di şahiyê de endamê rêveber ê tevgerê Şêx Azad axivî û got: “Rast e 13 sal di ser şoreşê re derbas bû, lê hîna li gorî xeta şehîdan ji bo bidestxistina azadiya rastîn, berdewam e.”

Azad wiha domand: “Hewldanên hêzên zordest ji bo têkbirina vê şoreşê bi bin ketin. Divê ciwan, şoreşê biparêzin ta ku welatekî azad û demokratîk ava dibe.”

Azad careke din soz da ku xwedî li rêya şehîdan û banga dîrokî ya “aştî û civaka demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

Dûre têkildarî şoreşa 19`ê Tîrmehê, armanc û bandorên wê li ser siberoja gelên herêmê sinevizyonek hate pêşandan.

(şx)

ANHA