DYA: Siyasetên me yên li Sûriyeyê nehatine guhartin

Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku siyaseyên Amerîkayê yên li Sûriyeyê nehatine guhartin û tundiya li Siwêdayê şermezar kir. Her wiha banga destpêkirina lêpirsînan û hesabxwestina ji sûcdaran kir û girîngî da rawestandina şer û destpêkirina diyalogê.

DYA: Siyasetên me yên li Sûriyeyê nehatine guhartin
17 tîrmeh, 2025   22:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji ajansa Reuters re da zanîn ku siyasetên Amerîkayê li Sûriyeyê nehatine guhartin û got ku Washington tundiya li Siwêdayê bi tundî şermezar dike.

Berpirs diyar kir ku Amerîka bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dike ku raporên girêdayî mafên mirovan der barê sûcan de berhev bike û dest bi lêpirsînan bike. Her wiha bang li hemû aliyan kir ku şer rawestînin û dest bi diyalogê bikin.

Duh, Îsraîlê êrişên hewayî yên giran li dijî navenda Wezareta Berevaniyê ya Şamê û derdora qesra serokkomariyê ya Şamê pêk anîn.

Ji 13'ê Tîrmehê ve jî di navbera komên çekdar ên xwecihî yên Siwêdayê û hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de pevçûnên giran rû didin.

(mh)