Ji ber dorpêçê metirsiya karesateke mirovî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê nerazîbûna xwe li ser dorpêçkirina berdewam a ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve anîn ziman. Jinan da zanîn ku astengkirina derbasbûna mazotê dê di zivistanê de bibe sedema kareseteke mirovî.

Ji ber dorpêçê metirsiya karesateke mirovî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Ji ber dorpêçê metirsiya karesateke mirovî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Ji ber dorpêçê metirsiya karesateke mirovî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Ji ber dorpêçê metirsiya karesateke mirovî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
16 cotmeh, 2025   05:25
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Tenê 7 hezar û 500 malbatan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê para xwe ya mazota germkirinê wergirtine, beramberî wê 42 hezar û 500 malbat ji ber ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya Heleb-Reqayê ji 26`ê Îlonê ve girtiye, hîna mazot wernegirtiye.

Di vê derbarê de jina bi navê Orîvan Mihemed got: "Demasala zivistanê nêzîk bû, lê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, bi girtina rêya Heleb-Reqayê, rê li ber derbaskirina mazota germkirinê bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê digire."

Orîvanê da zanîn ku ev dorpêç dê ji mijara germkirinê bêhtir bandorê li sektorên xizmetguzarî û tenduristiyê jî bike, û destnîşan kir ku demjimêrên xebitandina jeneratorên elektrîkê ji niha ve kêm bûne, û dibe ku bi temamî werin rawestandin.

Orîvanê daxwaz kir ku destûr bê dayîn ku sotemenî bikeve her du taxan da ku trajediya mirina zarokan ji sermayê dubare nebe, wekî ku di dema rejîma berê de qewimî. Orîvanê got ku hikumeta veguhêz berpirsyarê her karesateke mirovî ye.

SOTEMENÎ KÊM E 

Sîmav Şêxo jî got ji ber ku hêzên hikumeta vguhêz dîse rêyên di navbera Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtin, kirîza sotemniyê dîse rû da. Sîmav destnîşan kir ku tenê hijmareke kêm a şêniyên her du taxan para xwe ya mazota germkirinê wergirtine, lê piraniya şêniyan bêpar mane. Sîmavê kiryarên hikumeta veguhêz şermezar kir û hişyar da ku berdewamiya vê siyasetê dikare bibe sedema têkçûna i sektorên xizmetguzarî, jiyan û tenduristiyê, û rê li ber karesatek mirovî ya mezin veke.

NAV HATIN GUHERTIN LÊ HIŞMENDÎ HER YEK E

Barîn Umer diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma berê wan hêvî dikir ku rewşa jiyanê baştir bibe, lê ew bi rewşeke xirabtir re rû bi rû mane. Barînê wiha lê zêde kir: "Hikumeta veguhêz heman polîtîkayên rejîma berê dimeşîne, tenê nav hatiye guhertin.

Barînê diyar kir ku kêmbûna mazotê ya ji bo xebitandina jeneratorên elektrîkê hatiye veqetandin, Şaredariyên Gel ên li her du taxan neçar kiriye ku demjimêrên xebitandina jeneratoran kêm bikin, û heke ev rewş berdewam bike, dibe bi jenerator bi temamî werin rawestandin.

Şaredariya Gel a her du taxan dema xebitandina jeneratorên elektîkê kêm kiriye, li gorî wê dê jenerator bi roj 6 saetan û bi şev 3 saetan bixebitin.

(k)

ANHA