Bîlançoya êrişa li ser gundewarên Şamê giran bû: 7 kuştî, 20 birîndar

Hejmara kuştiyên êrişa Îsraîlê ya li ser herêma Seyida Zeyneb a Şamê de bû 7.

Bîlançoya êrişa li ser gundewarên Şamê giran bû: 7 kuştî, 20 birîndar
11 mijdar, 2024   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê duh êvarê li herêma Seyida Zeyneb a li gundewarên Şamê avahiyek bombebaran kiribû. Li gorî agahiyên destpêkê, di bombebaranê de 3 kes hatibûn kuştin.

Çapemeniya ser bi hikumeta Şamê ve ku agahiyên xwe ji çavkaniyên leşkerî wergirtine, ragihand ku hejmara kuştiyan bû 7 û ya birîndaran jî 20 e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku avahiya hatiye bombebarankirin, malbatên lubnanî û endamên Hizbullah tê de diman.

Li gorî daneyên SOHR’ê, artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal ve 120 êrişên hewayî û 26 êrişên bejahî li ser Sûriyeyê pêk anîne.

(bb)