Rojnameyên erebî têkildarî êrişên Îsraîlê yên li Lubnanê û siyaseta Trump a siberojê nivîsî

Rojnameyên erebî diyar kir ku Îsraîl li eniya Lubnanê zêdetir ber bi vebijêrka agirbestê ve diçe û Erebistana Siûdî bi pêkanîna lûtkeya welatên misilman hewl dide roleke mezintir bilîze. Her wiha li gorî rojnameyan rêveberiyên Trump û Biden der barê dan û standinên li gel Îranê de wekî hev tev nagerin.

Rojnameyên erebî têkildarî êrişên Îsraîlê yên li Lubnanê û siyaseta Trump a siberojê nivîsî
11 mijdar, 2024   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, behsa rewşa Lubnanê, lûtkeya Erebtana Siûdiyê û siyaseta Trump ya der barê Îranê de nivîsî.

‘ÎSRAÎL DIFIKIRE KU AGIRBESTÊ LI ENIYA LUBNANÊ RAGIHÎNE’

Rojnameya El Ereb nivîsî ku Îsraîl ji tirsa biryareke navneteweyî difikire li eniya Lubnanê agirbestekê ragihîne û destnîşan kir ku ev hewldana siyasî ya rayedarên Îsraîlê, sedema wê tirsa wan e ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî biryarekê derxe ku li pêşiya operasyona Îsraîlê dibe asteng.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku tevî girîngiya vê pêngavê jî, lê hûrgiliyên wê aşkera nebûne, di heman demê de gotûbêj bi rêyên dîplomatîk berdewam in. Rojnameyê da zanîn ku wezîrê dozên stratejîk Ron Dermer dê biçe Washingtonê, ji bo ku vê dosyaya bi Lubnanê re bigire.

‘JI LÛTKEYA KU EREBISTANA SIÛDÎ DIXWAZE ÇI TÊ HÊVÎKIRIN?’

Rojnameya The Independent bal kişand ser lûtkeya îslamî ya li Erebistana Siûdî û da zanîn ku hewldanên dîplomatîk ên ku niha Erebistana Siûdî dike û helwesta wê ya “du dewlet” anku Îsraîl û Filistîn, nîşan dide bê ka ew ji vê lûtkeyê çi dixwaze. Rojnameyê nivîsî ku lûtke "derfeteke baş e ji bo temamkirina rola dîplomatîk a sereke ya Erebistana Siûdî û welatên erebî di lûtkeya borî de ku li Riyadê pêk hat, çend biryarên girîng hatin dayîn.”

CUDAHIYÊN DI NAVBERA RÊVEBERIYA TRUMP Û BIDEN ÊN DER BARÊ ÎRANÊ DE

Tora El Hurra ya amerîkî der barê siyaseta Trump a pêş de diyar kir ku guhertin dê di mijara dan û standinan û cezayan de xuya bibe, ji ber ku xuya ye rêveberiya Biden pir giranî da lihevkirina berfireh a bi Îranê re ya der barê peymana nuklerer de. Lê Trump dê cezayên berfireh li ser Îranê bisepîne.

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî amaje pê kir ku Îran ji hemû welatan bêhtir bi hatina Donald Trump bo serokatiya Amerîkayê ve mijûl dibe, tevî ku wê çend caran gotibû ku di navbera serokên amerîkî de ferq tune ye, lê xuya bû ku ew ê bêhtir razî ba ger namzeta demokrat Kamala Harris bi ser biketa, ji ber ku Trump ji bo Îranê xwediyê stratejiya zexta zêde ye.

(k)