Bijîşk Hemîd Sîno: Şewba heyî ne giran e

Bijîşkê nexweşiyên hundirîn Hemîd Sîno destnîşan kir ku şewba ku li herêmê belav bûye, nexweşiyeke mewsimî û vîrusî ye, lê ne giran e. Zirarê bêhtir li kesên temenmezin û zarokên ku nexweşiyên wan hene dike.

Bijîşk Hemîd Sîno: Şewba heyî ne giran e
16 kanûn, 2025   15:03
QAMIŞLO

Ji Mijdarê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexweşiya grîbê zêde bûye, rojane bi dehan şênî ji ber wê berê xwe didin nexweşxaneyan û tedawî dibin.

Der barê mijarê de bijîşkê nexweşiyên hundir û sîng Hemîd Sîno ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev şewb her sal derdikeve û ev nexweşiyeke mewsimî ye, vîrûs her sal xwe diguherînin û wiha got: “Ev şewb ji berê ve heye û niha jî heye, jê re dibêjin H3N2.”

Hemîd Sîno behsa nîşaneyên vê şewbê kir û wiha got: “Germahiya laş zêde dibe, bedena mirov pê diêşe û kixuk derdikeve. Tedawiya wê jî wekî ya her şewbekê ye, divê mirov şilemeniyê vexwin. Em bi dermanan germahiya laş dadixin, tedawiya bi derzî û dermanan jî ji bo vê şewbê tê kirin. Lê ne ji bo her nexweşekê em dikarin dermanê îltîhabê bidin, ji ber ku ji her nexweşekê re ev derman pêwîst nake.”

Hemîd Sîno destnîşan kir ku ji bo ku şênî xwe ji vê şewbê biparêzin dikarin aşle bibin, ev aşle li her navendeke Desteya Tenduristiyê tê peydakirin, ev aşle di payîzê de tê girtin, ji bo ku di zivistanê de ew kes bên parastin û bi vê vîrusê nekevin.

Hemîd Sîno wiha lê zêde kir: “Zirar bêhtir li kesên temenmezin, nexweşên tansiyon, şekir û dil dike, her wiha li zarokên ku nexweşiyên wan ên rebo û yê ku îltîhaba sîng li gel heye, dike. Divê ev nexweş baldar bin û xwe ji vê şewbê biparêzin.”

(sb)

ANHA