Bawernameyên zimanê kurdî li 110 xwendekaran hatin belavkirin

110 xwendekaran ku kursa asta yekemîn a zaravayê kurmancî  bi dawî kir, bawernameyên xwe wergirtin.

Bawernameyên zimanê kurdî li 110 xwendekaran hatin belavkirin
Bawernameyên zimanê kurdî li 110 xwendekaran hatin belavkirin
Bawernameyên zimanê kurdî li 110 xwendekaran hatin belavkirin
Bawernameyên zimanê kurdî li 110 xwendekaran hatin belavkirin
Bawernameyên zimanê kurdî li 110 xwendekaran hatin belavkirin
Bawernameyên zimanê kurdî li 110 xwendekaran hatin belavkirin
Bawernameyên zimanê kurdî li 110 xwendekaran hatin belavkirin
16 kanûn, 2025   15:14
QAMIŞLO

Ji herêmên kantona Cizîrê 110 xwendekaran ku li gorî 10 koman kursên asta yekemîn a zaravayê kurmancî bi dawî kir, îro bi şahiyekê bawernameyên xwe wergirtin.

Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Navenda Çîbicîkar a Perwerdeyê ve hat lidarxistin. Di şahiyê de endam û rêveberên SZK’ê, xwendekar û malbatên wan, hejmarek rewşenbîr û kesên bi ziman eleqedar dibin bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî şahiyê bûn.

Şahiyê bi rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka SZK’ê Viyan Hesen xwendekar pîroz kirin û anî ziman ku ew bi derçûna wan serbilind in.

Viyan Hesen girîngiya fêrbûna bi zimanê dayikê vegot û parastina ziman wek beşeke parastina nasname û çanda neteweyan bi nav kir. 

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Vîviyan Beho Osê jî xwendekar pîroz kirin û anî ziman ku ziman nasnameya gelan e û fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa yê her neteweyekê ye.

Piştî axaftinan li ser zimanê kurdî pêşbirkek hat lidarxistin. Paşê bawername li xwendekaran hatin belavkirin. Şahî bi stran û govendê bi dawî bû.

(ah/b)

ANHA