Bi xebata komînal ziyanên êrişê sererast dikin

Şêniyên gundên navçeya Tirbespiyê bi xebateke komînal aloziya avê û kehrebeyê yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker derketine, çareser dikin.

Bi xebata komînal ziyanên êrişê sererast dikin
Bi xebata komînal ziyanên êrişê sererast dikin
26 mijdar 2023   04:43
QAMIŞLO
RENAS REMO

4′ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û şer navendên xizmetguzarî, tenduristî, stasyonên petrol, ceyran û avê yên li kantona Qamişloyê bombebaran kirin. Di encamê de li zêdetirî 40 gundên herêma Aliyan a bakur navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa kehrebe û av qut in. 

Bajarokê Maşûq ê li bakurê navçeya Tirbespiyê yek ji wan gundan e ku bi xebateke komînal pirsgirêkan çareser dike. Komîna bajarokê civînek ji xelkê re li dar xist û aloziya avê nîqaş kir. Di encamê de li hev kirin ku bi rêya komîteyên xizmetguzariyê yên komînê jeneratorekê bikirin û li bîra bajarokê bi cih bikin.

Hevserokê Komîna Şehîd Şukrî ya bajarokê Maşûq Fehed Cemîl destnîşan kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker navendên xizmetguzariyê kirin hedef, di encamê de gundê wan û 40 gundên herêma Aliyan bê av û kehrebe mane.

Cemîl diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka avê, komînê jeneratorek kirî got, xelkê bajarokê di nav hev de heqê wê kom kirin û dan komînê.

Cemîl destnîşan kir ku gelek gundên herêma Aliyan bi xebateke komînal vê pirsgirêkê çareser dikin û bang li şêniyan kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û li hemberî siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştgiriyê bidin mîna van înstiyafîan.

Hevserokê Komîna Şehîd Şukrî ya bajarokê Maşûq Fehed Cemîl bang li Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê jî kir ku rewşa kehrebeyê ya li gundan di ber çavan re derbas bike û wêraniya ku ji ber êrişan çêbûye, sererast bikin.

(şx)

ANHA