NAVENDA NÛÇEYAN A 26-11-2023
![NAVENDA NÛÇEYAN A 26-11-2023](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202311/image_870x_65625221e149c.jpg)
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PYD′ê Mihemed Cemîl diyar kir ku rola dîrokî ya PKK′ê bûye çirûskek ku ronahiyê wê di projeya neteweya demokratîk de tê dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên petrolê, kargehên gazê û stasyonên kehrebeyê, di 6 mehên bê de dahatên xezîneya giştî ya Rêveberiya Xweser bi 540 milyon dolarî kêm bûn. Her wiha 2 milyon û 150 hezar kes bê kehrebe man. (BI WÊNE).
Şêniyên gundên navçeya Tirbespiyê bi xebateke komînal aloziya avê û kehrebeyê yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker derketine, çareser dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser aloziya li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, her wiha rewşa Xeza û ya Lubnanê.
Nivîsgeha koçberên ji Şehba û Efrînê yên li Minbicê têkildarî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî daxuyaniyekê li ber avahiya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê dide, saet di 09.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Ji bo şehîd Ciwan Mihemed konê sersaxiyê Ii taxa Mesakin a navçeya Amûdê tê vedan û sersaxî tê xwestin, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Dêrazorê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyekê li herêma Seba Kîlo didin, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Bi boneya salvegera avabûna PKK′ê, Melcisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo çalakiyekê li çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo li dar dixe, saset di 16.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Cenazeyê şehîdê QSD′ê Mihemed Ebdurehman Hesen bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawiyê yê Hesekê tê veşartin, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê de pêşangehek wêneyan li hola civînan a MSD′ê ya li taxa Şêxmeqsûdê vedike, saet di 12.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Li Dêrikê bi boneya salvegera avabûna PKK′ê gereke bi erebeyan tê lidarxistin û li Goristana Şehîd Xebat Dêrik mûn tê pêxistin, saet di 17.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA