′Ronahiya PKK′ê di felsefeya neteweya demokratîk de tê dîtin′

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PYD′ê Mihemed Cemîl diyar kir ku rola dîrokî ya PKK′ê bûye çirûskek ku ronahiyê wê di projeya neteweya demokratîk de tê dîtin.

′Ronahiya PKK′ê di felsefeya neteweya demokratîk de tê dîtin′
26 mijdar 2023   02:41
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Bi boneya 27′ê Mijdarê salvegera 45′an damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê, endamê Komîteya Perwerdeyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Cemîl girîngiya  partiyê û bandora ku lê kiriye, vegot.

′TU KESÎ ME BI PIRSGIRÊKA KURD RE NEDA NASKIRIN′

Mihemed Cemîl di sala 1988′an de bi rêya hinek hevalên xwe û xwendina kovara "Dengê Kurdistan′′ Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nas kir. Mihemed Cemîl li ser hestên xwe dema ku PKK′ê nas kir got: "Hestekî cuda bû, min tiştekî cuda dît. Kêfxweşî kete dilên me. Beriya em PKK′ê nas bikin tu kesî ji me re qada nasnameya Kurd û Kurdistanê nedikir. Tevî ku di wê demê de gelek partî hebûn, lê nedihiştin asta ku me bi doza Kurd û Kurdistanê bidin nasîn."

Mihemed Cemîl bal kişand ser armancên PKK′ê û wiha domand: "Herketa PKK′ê bingeha xwe ji civakê girtiye û nêzî civakê ye. Her wiha çareseriyên zelal ji pirsgirêkên civakê re dibîne. PKK bi vê çand rola xwe ya dîrokî afirand ku ronahiya wê di proje û felsefeya neteweya demokratîk de tê dîtin. Di dîroka gelê Kurd de yekem car tevgereke rêxistinî derket holê ku wateya jiyanê û çawaniya jiyanê fêrî me kir, fêrî me kir ku em kî ne û em çawa bijîn. Her wiha azadî,  çawa azad bijîn û heqîqet fêrî me kir. Ev heqîqet eşqeke mezin di me afirand."

Mihemed Cemîl der barê bandora ku PKK′ê li kesayeta Kurd kir  de ev şîrove kir: "Beriya PKK′ê were avakirin, kesayeta Kurd di dîrokê de hatibû çewisandin û enerjiya wê hatibû xerçkirin, tu kesî Kurd nas nedikir; lê bi PKK′ê re kesayetên azad ava bûn ku wateya azadiyê nas kirin û di encamê de civakeke azad afirandin."

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ STRATEJIYA TÊKOŞÎNA PKK`Ê YE

Cemîl bal kişand ser asta ku PKK′ê gihiştiye û ev nirxandin kir: "PKK stratejiyeke dem dirêj danî, şerê gelê şoreşger wekî bingeha têkoşîna xwe ya demdirêj esas girt. Stratejiya ku hate pêşxistin li ser bingehê nerînek berfireh bû."

Cemîl îşaret bi nêrîna PKK′ê ya li dîrokê, rewşa giştî ya herêmê û rola hêzên ′′faşîst" li herêmê, her wiha rola pergalên navendî yên ku destekê didin hêzên faşîst û dewlet netewe kir û got: "PKK′ê li ser vî esasê fikr û lêkolîn pêş xistin. PKK partiyek xwedî nêrîneke dîrokî ya xurt e. Her wiha felsefeyeke pêş xist ku ji dîrokê derketiye.′′

PKK′Ê JI 50 SALÎ VET Ê DIKOŞE

Cemîl anî ziman ku PKK′ê partîkî ji 50 salî ve têkoşînê dike û wiha dom da axaftina xwe: "Têkoşîn di sala 1973′yan de bi komeke biçûk dest pê kir û têgeha ′Kurdistan hatiye dagirkirin′ pêşkêş kir. Bi vê re jî fikr û pirsên wekî ′çima her kes nêzî Kurdan didin û rêbazan pêş dixin da ku wan li ser xaka wan a dîrokî tune bikin′ pêş ketin. Koma biçûk dest bi bi rêwîtiya lêgerîna li dîrok û erdîngariya gelê Kurd kir. Piştre jî bi komên biçûk gavên pîroz avêtin ku ji sala 1973′yan ve hate sala 1976′an de dest bi lêkolînan kir. Ev kom îdeolojîk bû, di warê fikr û lêkolînan de kar dikir."

Cemîl qala qonaxa duyemîn a têkoşîna PKK′ê kir û got: "Di salên 1976/ 1978′an de qonaxa tekoşîna sosyolojîk dest pê kir, ramanan di nav civakê de dihat belavkkirin. Ji bo guhertina zîhniyet û ji bo rizgarkirina Kurdistanê tevgerek meydanî li ser asta erdnîgariya Kurdistanê hebû. Li vir îdeolojiyek li dijî zîhniyeta faşîst û zîhniyeta desthilatdar derket. Di nava vê nakokiya îdeolojîk de Partiya Karkerên Kurdistanê hate damezrandin.′′

Mihemed Cemîl salvegera 45′an a damezrandina PKK′ê li malbatên şehîdan, têkoşeran, gelê Kurd û mirovahiyê pîroz kir.

(bb)

ANHA