Bi şanoya "Wêne" êşên jinan hatin vegotin

Şanoya "Wêne" bal kişand ser zehmetiyên ku jin di bin zordariya olî û kapîtalîzmê de dikişînin. Di lîstikê de aktrîseke tenê rola jinekê dilîze ku di girtîgehê de diaxive, ka çawa bi navê ol û kevneşopiyê zulm û zordarî li wê hatiye kirin.

28 gulan, 2025   22:25
HESEKÊ

Şanoya "Wêne" ya bi senaryo û aktrîsa nivîskar Sema Zîlan û derhêneriya Simko Cûdî li navenda Serdem a bajarê Hesekê hat pêşkêşkirin. Şano ji aliyê Şanoya Cebel û Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hat organîzekirin.

Di şanoyê de akademîsyen, wêjevan, şanoger, endamên saziyên sivîl û şanohez amade bûn.

Şano bi wêneya jineke girtî di girtîgehê de dest pê kir. Ew dîmen êş û azarên ku piranî jin di civaka kevneşop û olî de dikişînin nîşan dide. Girtîgeh jî weke van qeydên jin tê de dorpêçkirî ye nîşan dide.

Di lîstikê de aktrîs li ser çawaniya bikaranîna wê, bêdengkirina dengê wê û ferzkirina taetkirinê, di heman demê de ew ji mafên xwe yên herî hêsan mehrûm bûye, diaxive. Ew jî têkoşîna xwe li hember vê pergalê dimeşîne.

Ev şano xebateke hunerî bû ku li ser zordariya sîstematîk a li ser jinan di bin rejîmên kapîtalîst de disekine, û balê dikişîne ser bêparkirina berdewam a mafên wan bi navê ol û destnîşan dike ku, ka çawa xîtaba olî wekî amûrek hegemoniyê, tepeserkirina rizgariya jinan û bêdengkirina dengê wan tê bikaranîn.

Senaryoyê pêşniyar û hişmendiyek li ser kolekirina jinê di civaka olî de, bi rêbazeke şanoyî ya ku xwe dispêre aktrîsekê pêkêş kir.

(mh/fr)

ANHA