Roja çaremîn a Mîhrîcana Nûjiyan bi dawî bû

Roja çaremîn ji Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan bi pêşandana fîlm, kurtfîlm û belgefîlmên ku çîrokên jinan di nava şer û pevçûnan de vedibêjin, qediya. Li gorî bernameya sibe semînerek û kargeh tên organîzekirin, 10 fîlm jî tên pêşandan.

Roja çaremîn a Mîhrîcana Nûjiyan bi dawî bû
Roja çaremîn a Mîhrîcana Nûjiyan bi dawî bû
Roja çaremîn a Mîhrîcana Nûjiyan bi dawî bû
Roja çaremîn a Mîhrîcana Nûjiyan bi dawî bû
28 gulan, 2025   22:33
QAMIŞLO

Rêzeçalakî û pêşandana fîlmên Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya çaremîn de li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo didome.

Îro danê êvarê fîlmê ‘Sima`s Song’ bi derhêneriya Roya Sadat (2024) hate pêşandan, fîlm behsa çîroka 2 jinên ciwan nê hevalên hev Sîma û Sureya, di dema şerê sar ê di navbera Efganistan û Rûsyayê ya salên 1990`î de dike. Her yek ji wan di nava geşedanên ku rû didin, rêyekê ji bo xwe hildibjêre. Li aliyekê din rastiya şeran anku aliyên ku şer çêdikin, ku çi qasî reng, deng û hestên jinan ji bo xwe bi kar tîne derdixe pêş.

Piştre kurtefîlmê ‘As I Open My Eyes’ bi derhêneriya Ghazzal Abdullah a ji Misir (2023) û kurtefîlmê ‘Sukoun – Amplified’ bi derhêneriya Dina Nasser a ji Tûnisê (2023) hatin pêşandan.

Dûvra belgefîlmê ‘A Story of Homeland, Memories Of Shade (Çîroka Welatekî-Bîranên ji Siyê)’ bi derhênera Suha Ezzi (2025) a ji Siwêdayê li pêşberî beşdaran hate pêşandan.

Bi dehan hezkerên sînemageriyê, xwendekar, ciwan û endamên saziyên civaka sivîl amade bûn û li fîlman temaşe kirin.

Bernameya roja pêncemîn (29`ê Gulanê) wiha ye:

Danê sibehê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ji saet 11:00-13:00`an komxebata “Gramera Fotografiyê: Ronahî, Dem, Mijar, Herikandin û Post Produksyon” tê lidarxistin.

Saet 15:00`an kurtefîlmên ‘Hîwa’ bi derhêneriya Mozhgan Kavousi (2023), ‘Kwustan’ bi derhêneriya Fatemah Bakh Shipour – Ali Bahmani, ‘Triangle’ bi derhêneriya Jino Hadi Hesen (2022), ‘I`m Not Ready’ bi derhêneriya Emma Organiza tê pêşandan.

Saet 16:00`an belgefîlmê ‘Women in Arminian Cinema’ bi derhêneriya Mariam Ohanyan (2023) tê pêşkêşkirin.

Saet 17:00`an kurtefîlmê ‘The Mother and The Bear’bi derhêneriya Yasmina El-Kamaly (2023), ‘The Key’ bi derhêneriya Sharo Shorsh tê pêşandan.

Danê êvarê jî li Parka Azadî saet 20:00`an belgefîlmê ‘Aurora`s Sunrise’ bi derhêneriya Inna Sahakyan (2022), saet 22:00`an kurtefîlmê ‘A House Near The Sun’ bi derhêneriya Miriam Samadi-Ronya Schamlian, belgefîlmê ‘I Will Wait For You By The Sea’ bi derhêneriya Rasia Yusuf (2023) û ‘Left Handed’ bi derhêneriya Nasrin Mohammadpour (2022) tên pêşandan.

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan a ku ji hêla Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager ve bi piştgiriya SîneJin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê tê birêxistinkirin, di 25`ê Gulanê dest pê kir, ew ê heta 31`ê Gulanê dewam bike.

(sb/fr)

ANHA