Av giha ji sedî 60 niştecihên Meskena û Dêr Hafirê

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê projeyên sererastkirina tor û pompeyên ava vexwarinê li bajarokên Meskena, Dibsî û Dêr Hafir dan destpêkirin. Heya niha av gihaye ji sedî 60 niştecihên her du bajaran.

Av giha ji sedî 60 niştecihên Meskena û Dêr Hafirê
Av giha ji sedî 60 niştecihên Meskena û Dêr Hafirê
Av giha ji sedî 60 niştecihên Meskena û Dêr Hafirê
Av giha ji sedî 60 niştecihên Meskena û Dêr Hafirê
Av giha ji sedî 60 niştecihên Meskena û Dêr Hafirê
Av giha ji sedî 60 niştecihên Meskena û Dêr Hafirê
Av giha ji sedî 60 niştecihên Meskena û Dêr Hafirê
Av giha ji sedî 60 niştecihên Meskena û Dêr Hafirê
Av giha ji sedî 60 niştecihên Meskena û Dêr Hafirê
Av giha ji sedî 60 niştecihên Meskena û Dêr Hafirê
Av giha ji sedî 60 niştecihên Meskena û Dêr Hafirê
29 gulan, 2025   06:15
TEBQA

 Piştî rûxandina rejîma Baas’ê di destpêka Kanûna 2024’an de, bajarokên El Dibsî, Meskena û Dêr Hafir ên gundewarên rojhilatê Helebê tevlî kantona Tebqayê hatin kirin û niha ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kanotna Tebqayê ve tên birêvebirin.

Rêveberiya Xweser a Kantona Tebqayê hewl dide her sê bajarokên navborî ku di serdema rejîma Baas’ê de di warê xizmetguzariyê hatibûn paşguhkirin, ji nû ve bi rêxistin bike û xizmetên wekî dabînkirina nav û ava vexwarinê peyda bike û saziyan xizmetguzariyê veke.

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê li ser projeyên gihandina ava vexwarinê ji her sê bajarokan re kar dike.

Di vê çarçoveyê de Hevseroka Yekitiya Şaredariyên Tebqayê Ezîza Qasim diyar kir ku yekitiyê dest bi avakirina şaredariyan li El Dibsê, Meskena û Dêr Hafirê kiriye, her wiha komîteyên xebatê yên ji endazyar, teknîsyen, pisporên yasayî û tîmeke displîna avê ava kirine da ku dest bi pêşxistina xizmetên bingehîn ên ava vexwarinê bikin.

Ezîza Qasim destnîşan kir ku Yekitiya Şaredariyan bi koordîneya bi UNICEF'ê re dixebite ku li herêma Fexîxa ya bajarokê Dibsê pompek piştgir ava bike, da ku avê bigihêje gundan û got: "Ev yek wê piştgirî bide kaniya li têketinê dema ku ji xizmetê derkeve. Rêxistina GVC jî ji têketina bajarokê Dibsî Efnan heya depoya li başûrê bajarok ku nêzî 3 kîlometreyan e boriyên avê dirêj kiriye."

Ezîza anî ziman ku bi hemahengiya UNICEF’ê depoya li başûrê û ya li gundê El Kedro hatin sererastkirin û  qonaxa duyemîn ya projeya  her du depoyan bi boriya 5 kîlometreyan bighîne bi dawî bûye.

Ezîza da zanîn ku li devera El Weqfa jenetorekî nû yê mazotê hate danîn, pompya avê hate guhertin û du pompên piştgir ji bo El Weqfa û Fexîxa hatin amadekirin. Her wiha diyar kir ku li kêleka vê yekê jî pompek xav bi qalindahiya 400 mm ku ev zêdetirî du salan bû ji xizmetê derketibû hate sererastkirin.

AV GIHAYE JI SEDÎ 60 ŞÊNIYÊN MESKENAYÊ Û DÊR HAFIRÊ

Li bajarokê Meskenayê ku nifûsa wê derdora 70 hezar kes e, av qut bûbû û dever bi sê pompên sereke (Xan El Şier, Meskena Rojava û Meskena Rojhilate) ve hatibûn girêdan ku av dida derdora 35 gundan.

Li gorî Azîza Qasim, Yekitiya Şaredariyan a kantonê bi armanca jinûve xebitandina pompeyan tîmeke taybet ava kiriye û wiha got: "Plan ji sedî 95 qediya ye. Niha jî xebatên sererastkirina kanîk û boriyan jî dewam dikin.  Êdî ji sedî 60 nifûsa herêmê bi av e. Xebatên gihandina avê ji niştecihên din re dewam dikin."

Ji bo bajarokê Dêr Hafirê jî ku nifûsa wê nêzî 75 hezar e, ava vexwarinê bi pompeyên ku di kanalên avdanê de hatine bicihkirin tê dabînkirin. Li gorî Yekitiya Şaredariyan a Tebqayê av gihiştiye ji sedî  65 bajarokê û hewl tê dayîn ku pêwîstiyên bajêr bi temamî bên dabînkirin.

Hevseroka Yekitiya Şaredariyên Tebqayê Ezîza Qasim teqez kir ku ji bo dabînkirina ava vexwarina li hemû deverê kar û xebatên wan bi awayekî bê navber dewam dike û wiha dawî li gotina xwe anî:" Tîmên xebatê bi armanca başkirina binesaziyan van herêman dest bi serjimartina berfireh daye destpêkirin. "

(ac/bb)

ANHA