Bi hezaran kes li Silêmaniyê ji bo Rojava kom dibin

Tevî hewaya sar û barîna berfê jî, li Silêmaniyê bi hezaran kes ji bo berxwedan û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kom dibin. Meş wê çendek din dest pê bike.

Bi hezaran kes li Silêmaniyê ji bo Rojava kom dibin
23 ÇILE, 2026   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê di van kêliyan de bi hezaran kes ji bo meşa piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê, li ber baxê Giştî kom bûne.

Di van kêliyan de gel kom bi kom di herike ber derê Baxê Giştî û wê çendek din meşa milyonî destpê bike.

Biryare meş di kêliyên pêş de dest pê bike.