Mamostayên olî yên Başûr banga alîkariya ji bo Rojava kirin

Îro piraniya mamostayên olî li Başûrê Kurdistanê di xutbeyan de wek erkek olî û netewî cih dan rewşa Rojavayê Kurdistanê û giringiya piştgiriya bi Rojava re. Mamostayan gotin her kesek bikare divê tevlî seferberiyê bibe û cihê xwe di eniyên berxwedanê de bigre.

Mamostayên olî yên Başûr banga alîkariya ji bo Rojava kirin
23 ÇILE, 2026   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li piraniya mizgeftên Başûrê Kurdistanê mamostayên olî di xutbeyan de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û giringiya hevkariya bi Rojava re kirin. Her wiha komkujiyên li ser Kurdan wek sucekî olî bi nav kirin.

Mamostayên olî dan diyarkirin ku her kesek bikare divê tevlî seferberiyê bibe û xwe bigihîne eniyên pêş ên berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Mamostayan gotin kesên ku nikarin herin jî divê li bajarên Başûrê Kurdistanê tevlî meş û kampanyên alîkariya ji bo Rojava bibin.

Mamostayan di gotarên xutbeyê de gotin: “Tişta ku niha li Rojava rû dide, şerê man û nemanê ye. Yên ku li ser navê ol êrişî ser xwişk û birayên me dikin, berê DAIŞ’î bûn û ti peywendiya wan bi Îslamyetê ve nîne. Ji berku di ola Îslamê de dibêje, nabe ti li gel kesek şer bikî ku ew jî xwediyê heman baweriya Îslamyetê be.”