Mazlûm Ebdî: Helwesta Herêma Kurdistanê cihê rêz û teqdîreke mezin e

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ragihand ku wî bi serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiriye û got “Helwesta Herêma Kurdistanê bi rayedar û gelên wê li cem gelê me cihê rêz û teqdîreke mezin e."

Mazlûm Ebdî: Helwesta Herêma Kurdistanê cihê rêz û teqdîreke mezin e
23 ÇILE, 2026   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî peymanek li ser X’ê parve kir. Peyama Ebdî wiha ye:

“Di çarçoveya hewldanên siyasî yên bi armanca nêzîkkirina nêrînan di navbera me û hikumeta Sûriyeyê de, min hevdîtin bi serokê Herêma Kurdistana Iraqê Kak Nêçîrvan Barzanî re kir.

Em hewlên serok Mesûd Barzanî û Kek Nêçîrvan Barzanî yên di vê qonaxê de bilind dinirxînin, ji ber ku piştgiriya wan a ji bo hewlên siyasî bi hevahengiya navbeynkarê Amerîkî berdewam dike. Armanca van hewldanan rawestandina şer, vegera li diyalogê û bicihanîna peymanên îmzekirî ye, bi awayekî ku serkeftina pêvajoya entegrasyona navbera me û hikumeta Sûriyeyê de misoger bike.

Helwesta Herêma Kurdistanê bi rayedar û gelên wê, li cem gelê me cihê rêz û teqdîreke mezin e."