Bi dronan êrişî Hewlêrê hate kirin

Berî çend kêliyan bi dronan êrişî Hewlêrê hate kirin.

Bi dronan êrişî Hewlêrê hate kirin
21 tîrmeh, 2026   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, Berî çend kêliyan bi dronan êrişî Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê hate kirin.

Hate ragihandin ku zêdetirî 4 dron ji aliyê sîstema parastinê ve hatine îmhakirin.

Ji ber dengê teqîna dronan tirs kete nava welatiyan.

Ji pêla duyemîn a şarê Amerîka-Îsraîl û Îranê re her diçe êrişên dronan û mûşekan ên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Di dema dema dawî de zêdetirî 30 caran bi dron û mûşekan êrişî Hewlêr û deverên din ên Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.