Parêzgarê Hesekê bi rêveberên herêman re civiya

Parêzgarê Hesekê, endazyar Nûredîn Ehmed bi rêveberên herêmên Serêkaniyê, Qamişlo û Dêrikê, navçeyên Çilaxa û Holê re civiya.

Parêzgarê Hesekê bi rêveberên herêman re civiya
21 tîrmeh, 2026   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê endazyar Nûreddîn Ehmed îro bi rêveberên herêmên Serêkaniyê, Qamişlo û Dêrikê, navçeyên Çilaxa û Holê re civiya. Ev civîn piştî derketina biryarên erkdarkirina wan hate lidarxistin.

Parêzgar bi xêrhatina rêveberên nû kir û serketin di erk û berpirsiyariyên wan de ji wan re xwest.

Nûredîn Ehmed bal kişand ser girîngiya xebata hevpar, xizmeta hemwelatiyan û bilindkirina karîgeriya karê rêvebirî ku li gorî berjewendiya giştî were pêkanîn.

Parêzgar Nûrdîn Ehmed diyar kir ku divê rêveber li qadê amade bin, guh bidin daxwaz û pêdiviyên gel, birêvebirina dosyayan zûtir bikin û bi hevkariya aliyên peywendîdar re ji bo çareserkirina kêşeyan bixebitin, da ku asta xizmetên ku li herêm û navçeyan têne pêşkêşkirin baştir bibe.

Her wiha destnîşan kir ku qonaxa bê hewce dike ku hewildan leztir bibin û prensîbên zelalî û berpirsiyariyê bêne xurtkirin, da ku bersiva hêvî û daxwazên hemwelatiyan bê dayîn û performansa saziyên hikûmetê baştir bikin.

(bb)