Bi boneya Roja Zimanê dayîkê pirtûka " Nan û Xwê " hat îmzekirin
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo îmzekirina pirtûka bi navê " Nan û Xwê " li Tirbespiyê şahiyek li dar xist.
Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê li navçeya Tirbespiyê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê şahiya îmzekirina pirtûka bi navê " Nan û Xwê " ya nivîskar Siyamend Hisên Ibrahîm li dar xist.
Şahî li bexçeya Kongra Star bi beşdarbûna endamên Yekitiya Rewşenbîran, mamosteyan hate destpêkirin.
Di şahiyê de berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê axivî.
Nariman got: "Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê me wek dîwana wêjeyê ev pirtûka nivîskar Siyamend Ibrahîm, îmze û çap kir. Ji ber ku zimanê me zimanê dayikê ye û herî dewlemend e."
Di dawiyê de nivîskar Siyamend Hisên Ibrahîm naveroka pirtûka xwe ya bi navê ˊNan û Xwêˊ ji endamên ku hazir bûne re şîrove kir.
(ex)
ANHA