Ji bo bîranîna Eslan Qamişlo turnuvayeke fotbolê hat lidarxistin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê li ser navê fermandarê YPGˊê şehîd Eslan Qamişlo turnuvayeke fotbolê ji ciwanan re bi beşdariya 32 tîman li dar xist.

Ji bo bîranîna Eslan Qamişlo turnuvayeke fotbolê hat lidarxistin
Ji bo bîranîna Eslan Qamişlo turnuvayeke fotbolê hat lidarxistin
Ji bo bîranîna Eslan Qamişlo turnuvayeke fotbolê hat lidarxistin
21 sibat 2024   17:48
QAMIŞLO

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Til Hemîsê ya Cizîrê bi beşdariya 32 tîmên ji ciwanan turnuvayeke fotbolê li dar xist. Ji bo bîranîna fermandarê YPGˊê Eslan Qamişlo ev turnuva hat lidarxistin.

PERGALA TURNUVAYÊ

Îro turnuva li ser xaka Yarîgeha Til Hemîsê bi maça di navbear tîma Esed Til Hemîs û Esdîqa (Dost) Xelef de bi beşdariya mezin a lîstikvanên tîman, xelk û hezkirin fotbolê hat lidarxistin.

Pergala turnuvayê xwe dispêre derketina tîma binketî.

Di çalakiya roja yekemîn de tîma Esed Til Hemîs bi 5 golan li hember tîma Dostên Xelef bi ser ket, her wiha dûre tîma êla Benî Sebe li hember tîma Neşaşîk bi 3x2 bi ser ket.

Çaverê ye rojane 2 maç werin lîstin û dê turnuva heta 20 rojan li ber xwe bide û tîma serketî kasa turnuvaya Şehîd Eslan wergire.

Her wiha dê komîteya amade tîmên di asta duyemîn û sêyemîn de bi ser bikevin, lîstokvanê herî baş, golvanê herî baş û golerê herî baş xelat bikin.

Navên tîmên bilîzin wiha ne:

ˊEsed Til Hemîs-Dostên Xelef, êla Benî Sebe-Neşaşîk, Dostên Hene-Erar, Xirbet Hatim-El Cêsî, Muhewes Esasî-El Xezne, El Hisewiye-El Ehlî, Ferfe-El Helac, El Sedaqe-Dostên Muteb, El Mecid-Til Hemed Herb, El Zîbe-El Nefayil, El Lîlo-Xirbet El Nas, Îxuwet El Zerqe-Şehîdên Xiwêtile, El Rehiye-Şehîd Ezoz, Kelaksî Hisên-El Naim, Bîsan-Esed El Wadî, El Nesir-El Reşîdˊ.

Fermandarê YPGˊê Eslan Qamişlo tevî fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eymen Colî di 17ˊê Îlona 2023ˊyan de di encama bombebarana balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya wan, şehîd bûbûn.

(fr)

ANHA