Ji konferansa Yekrêziya Kurdî: Rojava di berxwedana Kobanê de Kurd kirin yek
Di axaftinên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de hate destnîşankirin ku Rojava di berxwedana Kobanê de û di vê konferansê de Kurd kirine yek. Her wiha hate gotin ku ev yekitî dê mafên gelê Kurd misoger bike.

Konferansa Yekrêzî û Yekheswesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dewam dike. Endamên şandeya ji Bakurê Kurdistanê û yên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) axivîn.
Li ser navê KNK`ê Zeyneb Mûrad lidarxistina konferansê pîroz kir û tekez kir ku Rojavayê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de bûye yek û îro jî "Ji bo yekkirina Kurdan careke din Kurd li hev kom kirin.”
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir jî got: "Em hewl didin ku banga birêz Abdullah Ocalan bigihînin hemû cîhanê. Me heta niha bi hemû partî û hêzên kurdistanî re gelek hevdîtin pêk anîn û bi rêya şandeya Îmraliyê me karî peyam û helwestên hêz û aliyên kurdistanî ji birêz Abdullah Ocalan re ragihînin.”
Bayindir wiha dewam kir: "Bingeha banga Rêbertî azadî û aştî ye, beriya wê jî divê em ji bo yekitiya Kurdan bixebitin. Li ser esasê vê konferansê Kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihêjin armanc û mafên xwe.”
Keskîn Bayindir peyama piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê gihand û tekez kir ku Bakurê Kurdistanê piştgiriya bêsînor dide gelê Kurd ê li Rojava.
Di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de peyama serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî hate xwendin. Peyam ji aliyê Emîn Babe Şêx ve hat xwendin.
Peyama YNK’ê ya ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wiha ye:
"Em hêviya serkeftinê ji bo vê konferansê dixwazin û piştevaniya xwe dubare dikin. YNK bi berdewamî daxwaza yekrêziya gelê Kurd dike û li ser piştgirîkirina tevgera rizgarîxwaz a Kurd li Sûriyeyê berdewam e. Em di wê baweriyê de ne ku aramiya li Sûriyeyê girêdayî aramiya herêmê ye, ji ber vê yekê divê mafên hemû pêkhateyan bên parastin. Armancên me dê bi yekitiya neteweyî û ji hev têgihiştinê pêk werin. Em ji dijwarî û geşedanên li herêmê diqewimin haydar in, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, pêwîst e hemû aliyên siyasî û pêkhateyên etnîk û olî bi hev re ji bo bidestxistina mafên xwe yên kollektîf bisekinin. Aramiya Sûriyeyê bandoreke rasterast li ser aramiya herêmê dike. Yekbûna aliyên siyasî hem ji bo civaka navneteweyî û hem jî ji bo gelê Kurd dibe hêviyek. Divê em hişyar bin li hember hewldanên têkbirina yekitiya gelê Kurd.”
(k)
ANHA