Jiyana yek ji şehîdên çalakiya fedaî ya Basilê: Cûdî Reşo

Şehîd Cûdî Reşo bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re tev li hêzên leşkerî bû û di piraniya cengan de cih girt, di dawiyê de di çalakiya fedaî ya li gundê Basilê de şehîd bû.

Jiyana yek ji şehîdên çalakiya fedaî ya Basilê: Cûdî Reşo
Jiyana yek ji şehîdên çalakiya fedaî ya Basilê: Cûdî Reşo
Jiyana yek ji şehîdên çalakiya fedaî ya Basilê: Cûdî Reşo
Jiyana yek ji şehîdên çalakiya fedaî ya Basilê: Cûdî Reşo
Jiyana yek ji şehîdên çalakiya fedaî ya Basilê: Cûdî Reşo
Jiyana yek ji şehîdên çalakiya fedaî ya Basilê: Cûdî Reşo
12 sibat 2024   05:35
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO – MIHEMED EBDO

Şehîd Cûdî Reşo (Hemîd Reşo) di sala 1998'an de di nav malbateke welatparêz de ji gundê Baflorê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ji dayik bûye. Ew kurê navîn ê malbatê ye. 2 xwişk û 4 birayên wî hene.

Şehîd Cûdî di 2012'an de bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê re tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû. Ew yek ji şervanên pêşîn ên YPG'ê yên li Efrînê bû.

ˊLI GELEK QADÊN ŞER BERXWEDÊR BÛˊ

Şehîd Cûdî di berxwedana şerê gel ê şoreşgerî yê 2013'an li Helebê de cih girt û baweriyeke wî wiha hebû ku pêwîst e xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve, gelê xwe û rûmeta wî biparêze.

Her wiha ew di pêngavên leşkerî yên rizgarkirina kantona Şehbayê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ'ê de di 2013'an de beşdar bû, ji Til Rifetê heta bi Bendava Şehbayê.

Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê di 2018'an de şehîd Cûdî di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê de cih girt. Her wiha di qonaxa wê ya duyemîn a di nav Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de ji destpêka damezirandina hêzan de, cih girt.

Têkildarî vê, bavê şehîd Cûdî Reşo, Îbrahîm Reşo serbilindiya xwe bi têkoşîna kurê xwe ji bo rizgarkirina xaka xwe ji dagirkeriyê anî ziman û got: "Şehîd Cûdî xwedî moralekî bilind bû. Her tim moralê hevrê û malbata xwe bilind dikir. Wî soza domandina rêya hevrêyên xwe ji bo misogeriya azadiya gelê Kurd û rizgarkirina Efrînê ji dagirkerên Tirk, dabû min."

ˊDÎL BÛ Û SERÎ NETEWANDˊ

Birayê şehîd Cûdî, Silêman Reşo destnîşan kir ku şehîd Cûdî piştî beşdarbûna wî di berxwedana taxa Şêxmeqsûd de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hat dîlgirtin. Lê piştî 58 rojan ew tev hin şervanan ji cihê dîlgirtina xwe reviyan.

Silêman wiha domand: "Tevî êşkenceya ku bi birayê min hatiye kirin, lê dîsa jî îradeya wî xurt bû û tu carî têk neçû. Berovajî wê wî soza tolhildanê, rizgarkirina Kurdistanê û parastina mafên gelê Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê nû kir."

Şehîd Cûdî xwişk û birayên xwe ji bo ketina nava şoreşê teşwîq kirin, piraniya endamên malbata wî di saziyên leşkerî û sivîl de cih girtin.

ˊTOLHILDÊRÊ XWÎNA ŞEHÎDANˊ

Di dîmenekê de şehîd Cûdî Reşo sedema tevlêbûna xwe di HRE'yê de diyar kiribû û gotibû ew bi armanca tolhildana ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên ku rojane li dijî sivîlên Kurd ên Efrîna dagirkirî sûcan pêk tînin tev li hêzan bûye.

Silêman destnîşan kir hedefgirtina şervanê HRE'yê Karkir û hin şervanên din di 10'ê Hezîrana 2023'yan de li kantona Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve îsrara şehîd Cûdî ya beşdarbûna di çalakiya gundê Basilê de zêde kir.

Şehîd Cûdî di 30'ê Çileya borî de tevî 4 hevrêyên xwe di çalakiyeke HRE'yê ya li dijî dagirkeran li gundê Basilê yê Efrîna dagirkirî de, gihîşt asta şehadetê.

(mh)

ANHA