Berteka şêniyên Qamişlo ya dijî êrişên Dêrazorê

Şêniyên Qamişlo êrişên komên girêdayî Hikûmeta Şamê yên li ser Dêrazorê şermezar kirin û xwestin dijî êrişan helwest were nişandan.

Berteka şêniyên Qamişlo ya dijî êrişên Dêrazorê
Berteka şêniyên Qamişlo ya dijî êrişên Dêrazorê
Berteka şêniyên Qamişlo ya dijî êrişên Dêrazorê
Berteka şêniyên Qamişlo ya dijî êrişên Dêrazorê
19 tebax 2024   06:15
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Welatiyên bajarê Qamişlo êriş û komkujiyên ku komên girêdayî Hikûmeta Şamê di navbera 7 û 9’ê Tebaxê de (2024) li herêma Dêrazorê pêk anîbûn şermezar kirin û hêrsa xwe anîn ziman. 

Welatiyê bi navê Yusif Îlyas diyar kir ku komên çete dixwazin li herêmê tevlîheviyan derxînin û ewlehiya herêmê têk bibin. Yusif da zanîn kut ê xwestin gelên li rojhilatê Firatê bên koçberkirin, lê ev plan bi ser nakevin.

Wetfa Îbrahîm êrişên li dijî sivîlan şermezar kirin û da zanîn ku hin hêz dixwazin li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevlîheviyan derxînin. Wetfa Îbrahîm xwest ku her kes dijî êrişan derkeve û dawî li çeteyên êrişkar bê anîn.

Muhenned Eydan jî bang li saziyên mafên mirovan ên navnetewî kir ku li dijî êrişan helwest nîşan bidin.

(a)

ANHA