Rêber Abdullah Ocalan: Mirov heta xwe  negihîne heqîqeta civakî, nikare bigihîne eşqê

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên der barê pirsgirêka jin, malbat û şoreşa jinan li Rojhilata Navîn de gotiye, "Ewrên ji mijê yên bi destê mirov li dorajinê hatine çêkirin, divê ji hev bêne belavkirin û bi vî awayî keşifkirina rastiya wê, yek ji erk û wezîfeya pêşî ya lezgîn a civakî ye." Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku mirov heta xwe  negihîne heqîqeta civakî, nikare bigihîne eşqê.

Rêber Abdullah Ocalan: Mirov heta xwe  negihîne heqîqeta civakî, nikare bigihîne eşqê
19 tebax 2024   02:25
NAVENDA NÛÇEYAN

 Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka çaremîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de ya bi sernavê " li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk" de kaosên li Rojhilata Navîn nirxandiye.

Rêber Abdullah Ocalan di beşa 6’an a pirtûkê de jî  balê dikişîne pirsgirêka jin, malbat û şoreşa jinan a li Rojhilata Navîn.

Beşek ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê pirsgirêka jin, malbatê û şoreşa jinên Rojhilata Navîn de  wiha ye:

"Di dema şeveqavêtina dîrokê de bi nasnameya xwe ya civakî ya biheybet, jina ku rola dayik-xwedawendiyê bi xwe ve danî, mixabin di Rojhilata Navîn a roja me ya îro de daxistin rewşa metayeke herî bêqîmetû bênirx. Ev dîroka ku diviyabû bi serê xwe çîrokeke wê ya trajîk hebûya,em zêde nikarin wê bînin ziman û ji derfetên vê yekê mehrûm in. Lê em dikarin encamên wê rexne bikin. Ewrên ji mijê yên bi destê mirov li dorajinê hatine çêkirin, divê ji hev bêne belavkirin û bi vî awayî keşifkirina rastiya wê, yek ji erk û wezîfeya pêşî ya lezgîn a civakî ye.Divê ez eşkere diyar bikim ku ez analîzên der barê cinsperestiya civakîde pozitîvîst de dibînim. Ez yeqîn nakim ku em karibin bi nêzîkatiyên objektîvên seresere û çor mijara jinê analîz û çareser bikin. Nexasim em bi şîfreyên koletiyê yên dawerivandine hinavên jinê nizanin. Ez yeqîn dikim ku pir zêde bi zêhniyeta fallus-vajînayê hatiye kirin û ev zêhniyet qabîliyetên dinên mirovî kotrimî dike. Di vê babetê de nuqteya balê dikişîne ew e, di cîhana nebat û heywanan hemûyan de diyardeya têkiliya cinsî ya şêwe, dem û fonksiyona xwe ya diyar heye, li cem cinsê mirov ev şêwe, dem û fonksiyon ketiye rewşekê ku zêde hatiye dejenerekirin. Ji sedî sed diyar ev çavkaniya dejenerebûnê civakî ye. Ya rastî, mirov dikare bibêje; biderketin û giştîbûna pirsgirêka civakî (zordestî û mêtinkarî) bi pêş ketiye. Ji ber ku civaka dayikê ji her alî ve ji hev hatiye xistin, pirsgirêka jinê pirsgirêka sereke ya civakê ye. Ji bo pênaseyeke rast, bi vî awayî destnîşankirina pirsgirêkê hewce ye. Di mijara jinê de mirov dikare li egoîstî û çavkoriya zilam weke diyardeyeke rojane, her saetê çav bidêre. Di vê babetê de zilamê ji her tebeqeya civakî, bêyî ku rêzikeke huquqî û exlaqî nas bike, çavê xwe namiçîne dikuje, qetil dike. Ma kesê xwedî wijdan dikare vê rastiyê nebîne.Helwestên hov ên bi vî rengî jî piranî  li ser navê eşqê têne nîşandan. Ji ber ku têkiliya eşqê bi heqîqetê re kêm zêde hatiye şîrovekirin, yekser wê bêfêhmkirin ku vegotineke bi vî rengî dereweke herî rezîl e. Çi di cîhana heywanan çi jî di ya nebatan de û heta di cîhana fizikî ya em weke ‘bêcan’bi nav dikin de çi kirdareke dibe mijara eşqê, nakeve nava hewldaneke bi vî rengî. Her çiqasî hin jirêderketinên hê nehatine analîzkirin bêne dîtin jî eşkere ye ku li cem cinsê mirov sedem û maneyên kuştin û cinayetiyên bivî rengî, gelekî cuda ne. Berê pêşî divê mirov têkiliya van kuştin û cinayetan bi serwerî û mêtinkariyê re weke yek ji xusûsên sereke destnîşan bike. Pirsa bingehîn a divê bê kirin ev e, zilam çima di mijara jinê de ev qasî hesûd, çavnebar, tehekumkar û kujer e, çima tevahiya bîst û çar saetên rojê ji rewşa xwe ya destavêtinê nagere. Bêguman destavêtin û tehekum têgînên îstîsmarê yên civakî ne. Rengê civakî ya diqewime îfade dike, hiyerarşî zêdetir bavikparêziyê û desthilatdariyê bi bîr dixin. Maneyeke wê ya din a kûrtir, xiyaneta li hemberî jiyanê îfade dike. Girêdana pirralî ya jinê bi jiyanê re dikare helwesta cinsperestiya civakî ya zilam zelal bike. Cinsperestiya civakî, bi bandora cinsperestiya diqedîne û kor dike jidestdana dewlemendiya jiyanê, helwesta bi hêrs, tecawizkar û hakim a ev yek dibe sedema wê, îfade dike. Têkiliya xerîze û ajoya cinsî bi domdariya jiyanê re eşkere ye. Lê mirov nikare bibîne ku ti zindî û ruhber bîstûçar saetan ji aliyê cinsî ve dewamî birçîye û xwediyê vê zêhniyetê ye. Eşkere ye ku jiyan bi tenê ji têkiliya cinsî pêk nayê. Berevajî, mirov dikare bibêje têkiliya cinsî bi awayekî kêliya mirinê ye, ya rastî li dijî mirinê pêngaveke kujer a jiyanê ye. Ango mane ev e; çalakiya cinsî çiqasî zêde be, ewqasî  jiyan ji dest tê dayîn.  Ez nabêjim çalakiya cinsî bi tevahî kujer e. Îdeala bêserûbinî ya jiyanê jî di nava xwe de hildigire. Lê ev îdeal, jiyan bi xwe nîne. Berevajî, li dijî tirsa mirinê tevdîrek e ku mirov dikare bibêje zêde qîmeta xwe ya heqîqetê nîne. Mirov dikare vegotinê welê zelal bike: Gelo dubareyên xelekên jiyanê   girîng in, yan jî weke tekxelek ew bi xwe girîng e? Piştî ku heqîqeta ya  tektam hat îfadekirin, dubarebûna bêserûbinî ya xelekê zêde maneyê di  nava xwe de nahewîne. Eger bihewîne jî ev ji hewcedariya xwe gihandina  ‘agahî-zanîna mutleq’ e. Di vê rewşê de xelek çiqasî xwe baş nas bikin,  pêdiviya bi agahiya mutleq jî wê ewqasî hatibe tedarikkirin, hingê jî xelek ango zêdebûna cinsî zêde qîmet û maneya xwe namîne. Ji van nirxandinên kurt encama mirov dikare derxe ew e ku ji dema dayikî û vir ve, jin di nava sîstema bavikan de bi awayekî sîstemîk û sazî bi    êtinkarî û zordestiyeke civakî re rûbirû bûye. Koletiya jinê bi qasî ku bi ti  şêweyê koletiyê re mirov nikaribe bide berhev, tevlîhev û heyatî ye. Di  nava dîroka şaristaniyê de bazarên koleyan ên jinê, cariyetî û saziyên  hareman belkî hinekî diyardeyê nîşan bidin. Lê kirinên modernîteya kapîtalîst li ser jinê ewqasî zêdebûne, hed û hesabê xwe nînin. Ti  şaristaniyê bi qasî kapîtalîzmê bi jinê nelîstiye û îstîsmara xwe li ser bi sazî  nekiriye. Diyarde ew çend hatiye îstîsmarkirin, pirraniya jinan, kirinên ew  xistine rewşên herî rezîlane, weke xisletên bingehîn ên nasnameya jinê nîşan didin. Ne tenê ev, dekûdolab li ser serê wê tê gerandin û ew xwe  weke parçeyekî destê vê dekûdolabê digerîne, qebûl dike û ew wer ketiye  dest, ji gerandina vê dekûdolabê ti fikarê nake. Em bi tenê behsa mêtinkarî  û zordestiyeke diyardeyî nakin. Koletiyeke dawerivandine her şaneyên jiyanê, weke şêweyên deng, reng, beden û zêhniyetê bêxem û fikar bi dilê  we pêşkêş dike. Hay ji xwe nîne têkiliya xwe ya bi heqîqeta civakî re ji  dest daye û kirine ku bi tenê jiyaneke li ser dikê tê lîstin be. Ya rastî, vê  îmkanê jî nabîne. Ji bo bidestxistina heqîqet û rûmeta jiyanê, ji hev  belavkirina mija li dora jinê, bi tevahî girîngiya xwe diparêze.  Tevî ku rastiyek e ku bêyî jinê jiyan nabe, lê eşkere ye ku bi jineke  evçend hatiye xistin jî jiyaneke manedar û rûmetdar nayê parvekirin.   iyana bi jina heyî re her kes û giştî heta bi qirika xwe ketine nava koletiya  herî rezîlane; bi vê zanîn û têgihiştinê divê mirov çareserker û çalak be, wê  ev bibe rêya rast a rizgariya jiyanê. Divê mirov ti carî ji bîr neke ku bi jinê  re jiyaneke bi mane û bi anor bi zanyartî û hozantiyeke mezin dibe. Yên  îdeaya xwe ya eşqê hene, divê kêliyekê jî ji bîr nekin ku bicihanîna vê eşqê,  bi çûyîna di rêya vê zanyartî û mezinahiyê de ye. Naxwe bi awayekî din  meş û çûyîn bi eşqê re xiyanet e, û ji koletiyê re xizmet e. Mirov heta xwe  negihîne heqîqeta civakî, nikare bigihîne eşqê."