Hikûmeta Iraqê têkildarî balafira li Kerkûkê hatî xistin daxuyanî da

Hikûmeta Iraqê têkildarî xistina balafira bê mirov a li Kerkûkê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafira bê mirov a ji cûrê ANKA ya dewleta Tirk e.

Hikûmeta Iraqê têkildarî balafira li Kerkûkê hatî xistin daxuyanî da
29 tebax, 2024   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li asîmanê Kerkûkê balafirek bê mirov a dewleta Tirk a dagirker ji aliyê hêzên Iraqê ve hat xistin.

Têkildarî xistina balefirê hikûmeta Iraqê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îro di saet 10:25’an de balafirek bê mirov a nenas li ser asîmanê bakur û rojhilatê Kerkûkê geriya. Piştî saetekê ji aliyê lîwaya parastina asîmanî ya Iraqê ya li kampa K1 ve hatiye xistin.’’

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku balafira bê mirov li taxa Tisîn a li Kerkûkê li ser xaniyekî ketiye xwarê û tenê ziyanên madî çêbûne.

Her wiha hat aşkerekirin ku piştî hêzên ewlehiyê bermahiyên balafira ketî xwarê lêkolînkirin, derket holê ku ew balefir a ji cûrê ANKA ya dewleta Tirke.