Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû

Platforma Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8'ê Adarê aşkera kir.

Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera bû
26 sibat, 2025   12:15
HESEKÊ

Platforma Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca aşkerakirina bernameya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Baxçeyê 4`ê Nîsanê yê bajarê Hesekê bi erebî ji hêla endama koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, bi kurdî ji hêla berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve û bi suryanî ji hêla endama Yekitiya Jinên Suryan Maya Şabo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dirûşma çalakiyên 8’ê Adarê yên îsal “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em Sûriyeyaa demokratîk ava dikin” e û çalakî dê ji 25’ê Sibatê heta 8’ê Adarê dewam bikin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

“1- Tevahî bajar bi rengên jinan bêne xemilandin û dirûşma kampanyayê li her bajarekî bê bilindkirin.

2- Civînên girseyî ji gel re li ser têkoşîna jinan bên lidarxistin.

3- Semîner li tevahî gund û taxan û saziyan bên dayîn.

5- Li her kantonekê komxebat li ser rola jinan bên lidarxistin.

6- Hîlala Zêrîn bi boneya 8’ê Adarê dê stranekê biweşîne.

7- Maçên futbolê yên jinan bê lîstin.

8- Panêlen online bi rêxistinên jinan re dê bên çêkirin.

9- Serdana gundê Jinwar bê kirin û dar lê bê danîn.

10- Kulîlk dê li jinên endamên hêzên ewlekariyê bên belavkirin.

11- Pêşangeha wêneyên şehîdan dê were organîzekirin.

12- Ji aliyê Meclisa Jinan a PYD’ê ve dê di 2’yê Adarê de semînereke diyalogê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin.

13- Komxebat li Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Reqayê dê bêne lidarxistin.

15- Têkildarî 8’ê Adarê dê belavok bên belavkirin.

16- Di roja 8’ê Adarê de dê li Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Heleb, Şam, Lubnan û Ewropayê mîtîng bên lidarxistin.

19- Kampanyaya hashtagê dê bê destpêkirin.

20- 3’yê Adarê dê pêşangehek li Helebê bê vekirin.

21- Pêşangehên destkariyan li Reqa û Tebqayê bên vekirin.

22- Belavkirina pirtûkan li jinan.

23- Lidarxistina werşeyan li Hesekê.

24- Meşeke girseyî li kantona Cizîrê dê bê lidarxistin.

Di çalakiyên mezin de dê wêneyên jinên şehîd bên rakirin û alên alên Kongra Star bêne hildan.

26- 8’ê Adarê li ser asta kantonan çalakî bên lidarxistin.

Dirûşmên çalakiyan;

Ji bo azadiya gelan jin jiyan azadî.

Ji bo azadiyê gelên Sûriyeyê jin jiyan azadî.

Bi rêberê azad re jin û civaka azad pêkan e.

Jina azad misogeriya civaka azad e.

Bi jin jiyan azad azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve.

Bi jin jiyan azadî Sûriyeya demokratîk ava bikin.

Jina azad misogeriya Sûriyeya demokratîk e.”