Şervanên QSD`ê êrişên artêşa dagirker û çeteyên wê têk birin

QSD’ê êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li derdora bendava Tişrînê û Qereqozaqê têk birin.

Şervanên QSD`ê êrişên artêşa dagirker û çeteyên wê têk birin
26 sibat, 2025   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên derdora bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê daxuyanî da.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

“Duh (sêşem) hêzên me hemû êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser çeperên hêzên me û li hemû eniyan têk birin.

Li eniya bendava Tişrînê artêşa Tirk a dagirker derdora bendavê Tirşrînê topbaran kir, çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êriş birin ser çeperên hêzên me. Şervanên me bersiva êrişan da, her wiha Yekîneyên Şehîd Harûn kombûneke çeteyan kir armanc, di encamê de çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li eniya Dêr Hafirê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li esmanê herêmê firîn. Çeteyan ji gundê El Îmam êriş bir ser xaleke hêzên me, şervanan bersiv da û şer derket, di encamê de hejmareke çete birîndar bûn û nuqteya ku çeteyan ji wir dest bi êrişê kir, hat rûxandin.

Li devereke din ya eniya Dêr Hafirê, şervanên me êrişeke din a çeteyan têk bir, di navbera şervanên me û çeteyan de şer derket û şer nêzî nuqteya çeteyan bû. Di encamê de hejmarek ji wan birîndar bûn û alavên wan hatin rûxandin. Di heman demê de 2 çeteyan xwest bikevin xaleke hêzên me, lê di encama hişyariya hêzên me de her du çete hatin girtin.

Li eniya Qereqozaqê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên El Tîna, Xeseq û Bîr Heso bombebaran kirin, herwiha gindên El Tîna, Cada, Bîr Heso, Xeseq, Dîkan, Malha û Sernee û girên Sêvê û Qereqozaqê hatin topbarankirin, zêdetir ji 95 topan li van deveran ketin, di encamê de ziyanên madî yên mezin li mal û milkên sivîlan bûn.

Bi piştgiriya topbaranê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî nuqteyên hêzên me kir, şerên dijwar rû dan û di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehat zanîn."

(k)