Ji ber bombebarana dewleta Tirk li Zirganê wêraniyeke mezin çêbû

Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê de, ziyanên mezin li mal û milkên şêniyan bûn.

Ji ber bombebarana dewleta Tirk li Zirganê wêraniyeke mezin çêbû
Ji ber bombebarana dewleta Tirk li Zirganê wêraniyeke mezin çêbû
Ji ber bombebarana dewleta Tirk li Zirganê wêraniyeke mezin çêbû
Ji ber bombebarana dewleta Tirk li Zirganê wêraniyeke mezin çêbû
Ji ber bombebarana dewleta Tirk li Zirganê wêraniyeke mezin çêbû
Ji ber bombebarana dewleta Tirk li Zirganê wêraniyeke mezin çêbû
26 sibat, 2025   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê duh êvarê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî topbaraneke tund hat. Zêdetirî 14 top avêtin bajar û di encamê de ziyanên mezin li mal û milkên şêniyan û firina bajêr jî ji xizmetê derket. Her wiha gelek ziyan li herêma pîşesaziyê jî bûn. Di êrişan de hin sivîl jî birîndar bûn.

Dîmenên ku şêniyên bajêr kişandine, wêranbûna mezin a binesaziya bajêr û dezgehên jiyanî nîşan didin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û di êrişan de zagonên navneteweyî û mafên mirovan têne binpêkirin.

Rêxistinên mafên mirovan û şêniyên herêmê ji bo rawestandina van binpêkirinan daxwaza tedbîrên navneteweyî yên cidî dikin.

(k)