Berlîn, London û Parîsê îsrar kir ku jinûve dan û standinên nûkleerê dest pê bikin

Fransa, Almanya û Brîtanyayê ragihand ku ew îsrar dikin ku ji nû ve dan û standina têkildarî nukleerê bi Îranê re dest pê bikin, da ku bigihînin peymaneke berfireh û mayînde da ku Îranê çekên nukleerî bi dest nexe.

Berlîn, London û Parîsê îsrar kir ku jinûve dan û standinên nûkleerê dest pê bikin
10 cotmeh, 2025   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Fransa, Almanya û Brîtanyayê îro diyar kir ku ew israr dikin ku ji nû ve dan û standinên bi Îranê re yên der barê bernameya wê ya nukleerê de dest pê bikin.

Her sê dewletan di daxuyaniyeke hevbeş de got "Em israr dikin ku ji nû ve dan û standinên nukleerê di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de dest pê bikin. Armanc ew e ku bigihînin peymaneke berfireh û mayînde, da ku piştrast bibin Îran çekên nukleerî bi dest nexe."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku: "Aktîvkirina mekanîzmaya jinûve sizayan mijareke rewa bû. Ji ber ku bernameya nukleerê ya Îranê li ser aştî û ewlehiya cîhanê gefên xeternak in."

(fr)