Li Hesekê şehîdên Meclisa Bêt Nehrên hatin bibîranîn

Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan-Asûrî ya Hesekê salvegera şehîdên Meclisa Bêt Nehrên a Netweeyî bi tevlêbûna girse ya şêniyan û malbatên şehîdan li dar xist.

Li Hesekê şehîdên Meclisa Bêt Nehrên hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên Meclisa Bêt Nehrên hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên Meclisa Bêt Nehrên hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên Meclisa Bêt Nehrên hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên Meclisa Bêt Nehrên hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên Meclisa Bêt Nehrên hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên Meclisa Bêt Nehrên hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên Meclisa Bêt Nehrên hatin bibîranîn
10 cotmeh, 2025   20:24
HESEKÊ

Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan-Asûrî li Parkrewangeha Şehîdên Suryan-Asûrî ya li Hesekê, salvegera Şehîdên Meclisa Bêt Nehrên a Neteweyî organîze kir.

Di çalakiyê de bi dehan şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl, malbatên şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Di çalakiyê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryanî Gabrîal Şamûn axivî û got: "Bi dehan şehîdên me yên ku di her qad û eniyên cuda yên têkoşîna me ya rizgariya neteweyî de beşdar bûn, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û îradeyek xurt nîşan dan. Têkoşîna me ya neteweyî xwedî şiyana mezinbûna zêdetir bû. Şehîdan û gelê me li hember xaka Bêt Nehrên erkên xwe pêk anîn."

Li aliyekî din jî endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Ebcer Nohomo axivî û diyar kir ku roja salvegerê nûkirina sozê û dilsoziya bi kesên canê xwe di oxira doza gelê xwe de daye, ye.

Hevserokê Saziya Malbatên a Suryan-Asûrî Armîn Mardo got: "Têkoşîna ku şehîdên me dane, ji bo me vîn û berdewama dozê ye."

Çalakî bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan û girîngîdayîna berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna hêviyên şehîdan ên azadî û rûmetê, bi dawî bû.

(fr)