Li Humsê kesekî 45 salî hat kuştin

Kesekî 45 salî dema bi zarokê xwe re li taxa Zehra ya Humsê dimeşiya hate gulebarankirin. Ji ber birîna giran, jiyana xwe ji dest da.

Li Humsê kesekî 45 salî hat kuştin
10 cotmeh, 2025   21:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Îor li taxa Zehra ya bajarê Humsê yê di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê gule li kesekî 45 salî hat reşandin, di encamê de hat kuştin.

Nûçegihana me diyar kir ku navê wî Esed Îbrahîm El Yûsif (45) e, ji hêla 2 kesên li ser motorsiklêtê ve, dema tevî zarokê xwe li taxa Îskan a Zehra dimeşiyan, hat gulebarankirin. Di encamê de Esed di singê xwe de birîndar dibe û wefat dike.

Esed rakirin Nexweşxaneya Zehra, hewlên rizgarkirinê hatin kirin, lê ji ber birîndariya giran jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Humsê ji çend rojên borî de bûyerên tundî û sûcên çekdarî rû didin, wê yekê li gel şêniyan metirsî çêkir, bi taybet li gel Elewiyan.

(fr)