Dewleta dagirker Binarê Qendîlê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Bokrîskan ê Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran kir.

 Dewleta dagirker Binarê Qendîlê bombebaran kir
26 tîrmeh, 2024   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Roj News’ê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev gundê Bokrîskan yê Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran kir.

Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm têkildarî bomebaranê ku agahî dabû Roj Newsê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk du caran gundê Bokrîskan yê Binarê Qendîlê bombebaran kir. Hate zanîn ku tu ziyanên canî çênebûne.