Xelkê Til Temirê şehîdên 23'yê Sibatê bi bîr anîn

Xelkê navçeya Til Temirê şehîdên êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî gundên Aşûrî di 2015'an de tk biriye bi bîr anîn.

22 sibat 2024   21:41
HESEKÊ

Sibe 23'yê Sibatê salvegera 9'emîn a êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî navçeya Til Temirê û gundên Xabûrê ku piraniya şêniyan ji pêkhateya Aşûrî ye. Ji bo bibîranîna şehîdên berxwedana li dijî çeteyan îro Meclisa Malbatên Şehîdên Aşûrî merasîma bibîranînê li navenda meclisê ya navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê li dar xist.

Di merasîmê de bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, nivîsgeha têkiliyên giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Di merasîmê de li ser navê Partiya Sûraya ya Demokratîk a Til Temirê hevserokê wê Nînîl Cendowa şehadeta bi dehan welatî li ser destê çeteyên DAIŞ'ê bi bîr anî û soza şopandina rêya wan bi hevgirtineke bi hemû pêkhateyan re da.

Piştre li ser navê Meclisa Parastina Xabûr endama wê Madlîn Xemîs wiha axivî: "Pêwîst e em tev têkoşîna xwe bidomînin heta ku roja azadiyê hiltê, dêr û mizgeftên me hevdu hembêz dikin."

Her wiha bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Aşûrî (Natûra) rêvebera wan Nohedar Extiyar got: "Êrişa çeteyên DAIŞ'ê sûcekî şer û qirkirina komî li dijî gelekî sivîl û resen e. Ji vir em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlehiyê dikin ku komkujiyên li dijî Aşûriyan nas bikin."

Rêveberê Meclisa navçer-ya Til Temirê Ehmed Heyder soza şopandina rêya şehîdan da û destnîşan kir ku bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan hemû pêkhateyên herêmê di bin navê neteweya demokratîk de bûn yek.

Di dawiya merasîmê de mûm li pêşiya navenda meclisê hatin pêxistin.

(mh)