Berdevkê QSD'ê: Armancên operasyona li kampa Holê pêk hatin

Berdevkê QSD'ê ragihand ku operasyona ewlehiyê ya li kampa Hol encamên girîng bi dest xistin û diyar kir ku  şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê hatin jihevbirin û hin çek hatin desteserkirin.

Berdevkê QSD'ê: Armancên operasyona li kampa Holê pêk hatin
Berdevkê QSD'ê: Armancên operasyona li kampa Holê pêk hatin
Berdevkê QSD'ê: Armancên operasyona li kampa Holê pêk hatin
Berdevkê QSD'ê: Armancên operasyona li kampa Holê pêk hatin
Berdevkê QSD'ê: Armancên operasyona li kampa Holê pêk hatin
Berdevkê QSD'ê: Armancên operasyona li kampa Holê pêk hatin
24 nîsan, 2025   05:06
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM - BAZ MORDEM

18’ê Nîsanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi desteka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê dabûn destpêkirin. Operasyon duh (23 Nîsan) bi dawî bû.

Têkildarî operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê û encamên wê, Berdevkê QSD’ê Ebcer Dawûd ji ajansa me re axivî.

Berdevkê QSD’ê Ebcer Dawud da zanîn ku operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê piştî wergirtina agahiyên îstîxbaratî yên zelal û zêdebûna gefên di hundirê kampê hat destpêkirin û got: " Operasyon digel valahiya siyasî û leşkerî ya ku di demên dawî de li Sûriyeyê çêbûbû hat ragihandin. Şaneyên DAIŞ’ê hewl didan sûdê ji tevliheviya ewlehiyê û pêkhatina civakî ya girtî ya kampê werbigirin da ku çalakiyên xwe di hundirê kampê de zêde bikin. "

Dawûd îşaret bi vê yekê kir ku  ji ber guhertinên leşkerî yên ku vê dawiyê çêbûne, çeteyên DAIŞ’ê hewl didan ji hundirên kampê ve xwe komî ser hev bikin. Her wiha bi bîr xist ku li kampê her tim zarok li ser kiryarên tundî yên wekî kuştina sewalan tê perwerdekirin da ku di mejiyê wan de îdeolojiyeke hişk ava bibe.

HÊZÊN BEŞDAR Û ROLA JINAN

Der barê hêzên ku cihê xwe di operasyonê de girtin, berdevkê QSD’ê diyar kir ku Hêzên Taybet, Hêzên Têkoşîna Dijî Tevliheviyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin beşdar bûn û da zanîn ku YPJ’ê li beşa muhacîrat an ku jinên DAIŞ’ê operasyon bi rêve dibir.

Dawud got, bi hêzên operasyonê re tîmên bijîşkî jî hebûn ku " tevî zehmetiyên wekî êrişkirina bi keviran alîkarî pêşkêş dikir."

Ebcer Dawud der barê encamên operasyonê de diyar kir ku "Operasyona ewlehiyê wekî ku hatibû plankirin bi rêve çû û bi serkeftî bi dawî bû. Tu zerarên canî li endamên operasyonê nebû. Serçete û piştevan jî di nav de hejmarek çete hatin girtin û midareke çek hatin desteserkirin."

Dawud zanîn ku çeteyên di hundirê kampê e bi şaneyên derve re di nava têkiliyan de bûn da ku li herêmên Rêveberiya Xweser cihên leşkerî û sivîl ên bikin hedef.

Dawûd destnîşan kir ku ji bo vegerandina penaberan li welatên wan, hevkarî bi Koalîsyona Navneteweyî û aliyên navneteweyî wekî Iraqê re hat kirin. Têkildarî koçberên sûriyeyî jî  da zanîn diyalog tên kirin û ew li benda gavên cidî ne.

PIŞTÎ OPERASYONÊ

Berdevkê QSD’ê Ebcer Dawud di dawiya axaftina xwe de, got ku piştî bidawîbûna operasyonê divê rêxistinên mirovî erkên bi cih bînin û pêdiviyên sereke yên kampê bi cih bînin.

(mh/bb)

ANHA