Qirkirina Ermenan û komkujiyên Sêfo; bîranînên biêş û dersên wergirtî

Qirkirina Ermenan û komkujiyên Sêfo wek bîranîneke biêş di rûpelên dîroka gelên xiristiyan ên li Rojhilata Navîn de cih digirin. Lê ev ne tenê sekna bîranîna qurbaniyan e, ew lêdana zengilê hişyariyeke nû ye û diyar dike ku rûmeta gelan û hebûna wan ji bilî xwebirêxistinkirinê, parastina rewa û avakirina pergalên demokratîk ku edalet û pirrengiyê ava bikin, pêk nayên. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember gefên dubare û xetereyên qirkirina fîzîkî û çandî hewl didin vê yekê li ser erdê pêk bînin.

Qirkirina Ermenan û komkujiyên Sêfo; bîranînên biêş û dersên wergirtî
24 nîsan, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 24’ê Nîsana her salê de, Ermen û Suryan-Asûr-Keldan salvegera qirkirina xiristiyanan ku desthilata Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de pêk aniye, bi bîr tînin. Osmaniyan di wî şerî de zêdetirî milyonek û nîv Ermen qetil kirin, bi sed hezaran Suryan-Asûr-Keldan koçber kirin û gelê Ermen ku li ser axa xwe bû, li tevahî cîhanê belav kir û kirin kêmnetewe.

24’ê Nîsanê wek roja Qirkirina Ermenan hat diyarkirin, ji ber ku di 1915’an de nêzî 250 rewşenbîrên Ermen li Stenbolê hatin girtin û ew yek bû destpêkirina pêkanîna plana qirkirinê li dijî wî gelî û di heman demê de sûcên talankirin, şewitandin, koçberkirin û tecawizkirinê pêk hatin.

JI KOMKUJIYÊN HEMÎDIYÊ BER BI QIRKIRINA MEZIN VE; RÊZESÛCÊN OSMANIYAN

Qirkirina komî ku desthilatên Osmanî li dijî Ermen û Suryan-Asûr-Keldanan pêk aniye, ne bûyereke ketober an jî encama şerekî bû, lê kiryareke birêxistinkirî û plankirî bi çavdêriya Dewleta Osmanî bû û di heman demê de li gel bêdengiya navneteweyî pêk hat. Ev trajedî ji hêla şahid, dîplomat û dîroknasan ve hate belgekirin.

DESTPÊKA KOMKUJIYÊ; SALÊN REŞ Û TARÎ

Di dawiya sedsala 19’an de, bi taybet di navbera 1894-1896’an de dema Ermenan banga reformên siyasî û mafên destûrî kir, dest bi qonaxa yekemîn a komkujiyan bû. Sultan Ebdulhamîdê Duyemîn artêşa xwe berda ku komkujiyan pêk bîne û dûre ew komkujî bi "Komkujiyên Hemîdiyê" hatin naskirin.

Li gorî daneyên ku mîsyonerê Alman Johann Lepsius dane, di wan salan de nêzî 88 hezar û 243 Ermen hatin qetilkirin, 546 hezar kes jî hatin birîndarkirin. Her wiha 2 hezar 493 gund hatin talankirin û xelkê 456 gundan bi zorê kirin misilman, li kêleka wê jî 649 dêr hatin hilweşandin, 328 heb jî kirin mizgeft.

Yek ji hovanetirîn komkujiyan li Rihayê bû, li wir 2 hezar û 500 jinên Ermeî di dêrekê de hatin şewitandin. Piştre hejmara qurbaniyan hat diyarkirin ku zêdetirî 300 hezar qurbanî ne. 

DI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN DE QIRKIRINA PLANKIRÎ

Di 1915’an de, dema desthilatdarên Osmanî dest bi plana xwe ya mezin a qirkirina Ermen û Suryan-Asûr-Keldanên xiristiyanên kir, trejedî gihaşt lûtkeya xwe.

Piştî ragihandina Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Dewleta Osmanî li kêleka Almanyayê xwe dît ku di gelek eniyên şer de beşdar e. Li eniya Rûsya-Îranê, Osmaniyan binpêkirinên mezin li dijî Ermenan kirin. Heta Nîsana 1915’an, 5 hezar gundên Ermenan hatin talankirin, nêzî 27 hezar Ermen, gelek Suryan-Keldan hatin qetilkirin.

Li eniya rojhilat, yek ji serokên Partiya Îttîhat û Terakkiyê Enver Paşa, di Çileya 1915’an de li dijî Rûsan di Şerê Sarikamişê de şikestinek mezin xwar. Di wê demê de Enver Paşa ji rojnameya "Tanîn" û ji cîgirê serokê parlamentoya Tirkiyeyê re ragihand ku ev şikestin encama xiyaneta Ermenan e û dem hatiye ku Ermenan ji herêma rojhilat sirgûn bikin. Di wê demê de, Osmaniyan ji 100 hezar leşkerên Ermen çek standin û çekên Ermenên sivîl jî desteser kirin. Di 1908’an de hiştin ku sivîl çekê rakirin. Piştî leşkerên Ermen ji çekan hatin tecrîdkirin, hatin serjêkirin û zindî hatin definkirin.

Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê yê wê demê Henry Morgenthau, bêçekkirina Ermenan bi banga rewakirina qirkirina Ermenan wesif kir. Di hevdîtineke wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Talet Paşa û balyozê Amerîkayê Henry Morgenthau de Paşa got "Me ji sêyan yekê gelê Ermen xelas kir û tu şopên wan li Bedlîs, Wan û Erziromê nemane û divê Ermen werin tunekirin. Ger em vê yekê nekin dê helbet tola xwe hilînin.”

RÊYA KOÇBERIYÊ; KARWANÊN MIRINÊ

Piştî komkujiyên yekser, jin, zarok û kal û pîrên Ermen û Suryan ên mayî bi darê zorê û bi karwanên dirêj ber bi çolistanê ve şandin.

Piştî komkujiyên yekser, jin, zarok û kal û pîrên Ermen û Suryan ên mayî bi darê zorê hiştin ku di karwanên dirêj de li çolên hişk û ziwa bimeşin. Xwarin û av ji wan re nehat dayîn û bi rê de koçer û bedewiyan êrişî wan kir û ger nikaribûn dewam bikin dihatin kuştin.

Tesfiyekirinên komî yên mêrên Ermen ku destpêkê komî ser hev kirine, hatin belgekirin. Jinên rizgarbûyî jî diyar kir ku zarok bê av dihiştin heta dimirin û jin jî dihatin tecawizkirin û li pêş çavê xizmên wan dihatin kuştin.

KOMKUJIYÊN SÊFO; DI BÎRA SURYAN-ASÛR-KELDANAN DE BIRÎNÊN KEWNEGIRTÎ

Ne tenê Ermen hatin qirkirin, lê Suryan-Asûr-Keldan jî heman êş ji destê Dewleta Osmanî kişand, bi navê komkujiyên Sêfo yan jî "Komkujiyên Asûrî û Komkujiyên Suryanan" tên naskirin. Ev komkujî yek ji hovanetirîn sûcên ku li dijî xiristaniyên li Rojhilata Navîn e. Li gorî daneyan di wê demê de, di navbera 250 heta 500 hezar Suryan-Asûr-Keldan hatin qetilkirin.

Bêyî cudahî komkujiyên hovane pêk hatin, jin hatin tecawizkirin, mal û milk hatin talankirin, bi darê zorê ber bi çolistanan ve hatin koçberkirin, bi wê re bi hezaran ji ber birçîbûn, tîbûn û êrişên çeteyan jiyana xwe ji dest da. Şahidên bûyerê got leşkerên Osmanî sûcên hovane kirin, zikên jinên ducanî diqelaştin û di malzarokên wan de zarok qetil dikirin.

GEL HATIN QIRKIRIN Û PERGENDE BÛN

Li gorî daneyên dîroknas û rêxistinên navneteweyî, bi dawiya 1923’yan re, zêdetirî milyon û nîv Ermen hatin qetilkirin. Êdî Ermen ku beşeke sereke ya niştecihên Anatolyayê bûn, bûn kêmnetewe. Bi sed hezaran koçberî Lubnan, Sûriye, Iraq û Fransayê bûn û yên mayî jî penaberî her du Amerîkayan bûn, li gund û bajarokan hatin belavkirin, nîşaneyên çandî, olî û dîrokî hatin çewisandin.

Ruxmî gelek delîlên berbiçav hene, lê dewleta Tirk heta roja îro di înkarkirina qirkirinê de israr dike û naskirina qirkirinê sûc dihesibîne. Di heman demê de 20 dewlet, wekî Fransa, Rûsya, Kanada, Lubnan, Yewnanistan û 43 wîlayetên Amerîkayê, meclisên xwecih ên Awisturya, Spanya, Parlamentoya Ewropayê, NY, Meclisa Dêran a Cîhanê û desteyên din ên navneteweyî, komkujiyê nas dikin.

ÎRO LI SÛRIYEYÊ TRAJEDÎ DUBARE DIBIN

Di demekê de ku Ermen qurbaniyên komkujiyê bi bîr tînin, sûriyeyî jî ji zêdetirî 10 salan ve di neva heman trejediyê de ne. Şerê li welat û dagirkirina beşên ji bakurê Sûriyeyê, guhertinên demografiyê, qetilkirin û koçberkirina sîstematîk a li herêmên piranî Kurd û xiristiyan, senaryoyên reş in ku beriya sed salan anîn serê Ermen û Suryanan.

Koçberkirina gelê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û bicihkirina biyaniyan li şûna wan, hedefgirtina nasnameyên wan ên çandî û olî berdewama heman siyaseta tirkkirinê ye.

LI HEMBER QIRKIRINÊ XWEPARASTIN

Tecrubeya dîrokî ya Ermen û Suryan-Asûr-Keldanan rastiyekê radixe pêşberî mirov ku gelên ne xwedî mekanîzmayên xweparastinê bin, herî zêde rûbirûyî qirkirin û çewisandinê dibin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel ev rastî nas kir. Rêveberiya Xweser di avakirina modela neteweya demokratîk de ku rêzê ji pirrengiya gelan û çandan re digire, maf û nasnameyên wan diparêze, bi ser ket. Xweparastin jî yek ji stûnên vê modelê ye.

Bêyî şiyana xweparastinê, civak şertgirê hêzên ku hewl didin wan kontrol û qir bikin dimînin. Xweparastin nayê wateyê ku çek were hilgirtin, lê belê tê wateya ku xwedî hişyariya siyasî, birêxistinkirina civakî, parastina çandî û perwerdehiya serbest be.

PEYAMA BORÎ JI NIHA RE: NA JI ŞIKESTINÊN DUBAREKIRÎ RE

Qirkirina Ermenan û komkujiyên Sêfo ne tenê sûcek li dijî gelên Xiristiyan bûn, lê li dijî tevahî mirovahiyê sûc bûn û ew bibîrxistineke tirs e ku bêdengiya li ser sûcan û paşguhkirina xweparastinê derî li pêş dubarebûna karesatan vedike.

Ji lew re, bîranîna van salvegeran ne tenê rêzgirtina ji qurbaniyan re ye, lê hişyariyek e ku bêyî xwebirêxistinkirinê, xweparastinê, avakirina pergalên demokratîk ên adilane ku pirrengiya wan biparêze, rûmeta gelan û çanda wan nayên parastin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro vê yekê dikin.

(fr)

ANHA