Endameke Tevgera Hîlala Zêrîn li Bendava Tişrînê şehîd bû

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Reqayê Diyala Mihemed Xelîl li Bendava Tişrînê ji ber hilweşîna dîwar şehîd bû.

Endameke Tevgera Hîlala Zêrîn li Bendava Tişrînê şehîd bû
23 nîsan, 2025   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

 Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ragihand ku endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan a bajarê Reqayê Diyala Mihemed Xelîl şehîd bûye. 

Meclisê diyar kir ku endama Tevgera Hîlala a bajarê Reqayê Diyala Mihemed Xelîl ku li Bendava Tişrîn di nobeta berxwedanê de bû, îro di saetên nîvro de li bendava Tişrînê ji ber hilweşandina dîwar, şehîd bûye.

Diyala Mihemed Xelîl, ji 21’ê Nîsanê ve ji bo parastina av, ax û kehrebeyê di çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê de ye.

(bb)