Bendava Firatê gihaştiye ‘asta mirî’

Rêveberiya Bendavan hişyarî da ku asta ava Çemê Firatê nêzîkî "asta mirî" bûye, ev jî dê bendavê ji xizmetê derxe û bibe sedema karesatekê. Dewleta Tirk jî siyasetên girtina ava çeman didomîne.

Bendava Firatê gihaştiye ‘asta mirî’
Bendava Firatê gihaştiye ‘asta mirî’
Bendava Firatê gihaştiye ‘asta mirî’
Bendava Firatê gihaştiye ‘asta mirî’
16 tîrmeh, 2025   05:08
TEBQA

Asta ava Çemê Firatê rojane bi qasî 2 cm kêm dibe, ev jî bandorê li bedena bendava Firatê dike ku blokên betonê yên bendavê bê parastin dimînin. Her wiha rojane zêdetirî 6 milyon metrekab ava Gola Firatê kêm dibe û herikîna ava kanala avdanê daketiye 20 metrekab di saniyeyê de.

Ji rêveberên Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Imad Ibêd ji ajansa me re got gola Firatê têra 14 milyar metrekab avê dike, lê niha asta avê 7 metreyan ji "asta bibandor" kêmtir bûye.

Ibêd tekez kir ku rewşeke wiha kêm caran çêbûye û rasterast bandor li ser xebitandina Bendava Firatê û sektorên ku jê sûd werdigirin, kiriye. Ibêd da zanîn ku daketina asta ava golê hiştiye ku blokên betonê bê parastin bimînin ku dê bandorê li pergal û bedena bendavê bike.

Ibêd der barê asta avê de ku wek "asta mirî" tê dîtin, hişyarî da ku êdî ev ast têrê nake ku turbînên hilberandina elektrîkê yên bendavê bixebitin ku ji bo xebitandina bibandor zexta avê ya herî kêm 40 metreyan hewce dike. Her wiha da zanîn ku eger asta avê çend santîmên din kêm bibe, dikare bendavê ji xizmetê derxe.

Ibêd destnîşan kir ku herikîna avê ya niha ji 250 metrekab di saniyeyê de derbas nabe, ev jî kêmtirî nîvê herîkînê ye li gorî peymanên di navbera Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê de. Ibêd diyar kir ku nûçeyên li ser medyaya dîjîtal der barê zêdebûna herikîna avê de belav dibin ne rast in, û ew nûçe wekî "gotegotên bêbingeh" bi nav kirin.

Li ser bendava Firatê 8 setên hilberandina enerjiyê hene, ji wan 4 dixetibin, her yek ji wan 110 megawatt elektrîkê hildiberîne, lê di rewşa heyî de hilbirandina her 4 setan 60 heta 65 megawatt derbas nake.

Ibêd bi bîr xist ku beriya niha bendavaTişrînê jî ji ber kêmbûna asta avê bi qasî hefteyekê ji xizmetê derket.

(k)

ANHA