Li kampên koçberan zarok ji ber germê nexweş in

Ji ber pêla germahiya dijwar, zarokên li kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê nexweş dikevin. Heyva Sor a Kurd jî xebatên xwe didomîne.

Li kampên koçberan zarok ji ber germê nexweş in
Li kampên koçberan zarok ji ber germê nexweş in
Li kampên koçberan zarok ji ber germê nexweş in
Li kampên koçberan zarok ji ber germê nexweş in
Li kampên koçberan zarok ji ber germê nexweş in
16 tîrmeh, 2025   06:30
HESEKE
DIYAR EHMED

Ji ber bilindbûna germahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa tenduristiyê di nava kampên koçberan de xirabtir dibe. Zarok bi gelek nexweşiyan dikevin.

Yek ji wan kampan jî kampa Serêkaniyê ne. Ev kamp li taxa Telaî ya bajarê Hesekê ye û 2 hezar û 519 malbat, bi tevahî nêzîkî 15 hezar û 650 kes lê dijîn. Kamp mînakeke berbiçav a êş û azarên zarokan e. Di vê navberê de, Heyva Sor a Kurd, tevî derfetên kêm jî, erka xwe ya mirovî pêk tîne û xizmetên tenduristî peyda dike.

Der barê rewşa tenduristiyê ya li kampê de, Dr. Cemîla Beşar a bijîşka zarokan a li Heyva Sor a Kurd, ji ajansa me re got: "Ji ber jîngeha nebaş a di hundirê kampê de, germahiya zêde û ava nenepaqij a ku rojane tê bikaranîn, zarokên li kampê bi giranî rastî nexweşiyên hinav û roviyan û nefesê tên."

Cemîlayê her wiha got: "Temenên herî zêde bandor li wan dibe, zarokên di bin 5 salî de ne, ji ber ku germahiya bilind dibe sedema zikçûyînê ku dikare bibe sedema ziwabûnê. Her wiha ji ber germa zêde zarok pir caran bi tayê digirin.”

Dr. Cemîla da zanîn kir ku klînîka bijîşkî ya Heyva Sor a Kurd a di hundirê kampê de rojane hejmareke mezin a zarokên nexweş pêşwazî dike. Her wiha got: "Em rojane zêdetirî 30 zarokan derman dikin, li klînîkê alîkariya destpêkê ya pêwîst didin wan. Ger tenduristiya wan xirab bibe, em wan ji bo dermankirina guncaw dişînin nexweşxaneyên bajarê Hesekê."

Cemîlayê der barê rewşa xerab a li kampê de hişyarî da û got: "Rewşa li hundirê kampê pir xerab e û zarok ji ber germahiyê di rewşek tenduristiyê ya nebaş de ne. Ji ber vê yekê, em bi berdewamî şîretan li malbatan dikin, ku çawa karibin taya zarokan kêm bibkin û nehêlin ku herin ber tavê.”

 Tevî van hemû zehmetiyan, Heyva Sor a Kurd xebatên xwe yên rojane yên tenduristî û mirovî di hundirê kampê de didomîne û hewl dide şert û mercên dijwar ên ku koçberan, bi taybet zarokan, sivik bike.

(k)

ANHA