Şervanên Siwêdayê piraniya bajêr kontrol kirin

Dezgehên çapemeniyê yên xwecih, ragihand ku şervanên Siwêdayê beşên mezin ên bajêr ji nû ve bi dest xistine. Ji 13’ê Tîrmehê ve şer û aloziyên ewlehiyê zêde dibin, di encamê de windahiyên mirovî û madî yên mezin çêbûne.

Şervanên Siwêdayê piraniya bajêr kontrol kirin
15 tîrmeh, 2025   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên xwecih li bajarê Siwêdayê ragihandin ku şervanên Siwêdayê karîn beşên mezin ên bajêr ji nû ve kontrol bikin.

Di vê çarçoveyê de, çekdarên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Dêra Mar Michael li bajarokê El Sûra El Kebîra yê bajêr, dizîn û şewitandin.

Ji yekşemê ve li parêzgeha Siwêyda ya başûrê Sûriyeyê aloziyên ewlehiyê û şerên çekdarî zêde dibin ku di encamê de ziyanên mirovî û madî çêbûn.

(ac-şx)

ANHA