Bavekî keça xwe û hevjînê wê kuşt 

Li gundewarê Qamişloyê ji ber nakokiyên malbatî bavekî keça xwe û hevjînê wê kuştin.

Bavekî keça xwe û hevjînê wê kuşt 
31 tebax, 2025   18:36
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan xwecih dan, li gundewarê bajarê Qamişloyê bavekî zavayê xwe, piştre jî keça xwe kuştin.

Çavkaniyan dane zanîn ku bavê Ebîr a ji gundê Cerkoyê zavayê xwe (Hisên Cuma El Girêt) yê ji gundê Hamo bi sê guleyan kuşt. Piştre berê çekê da keça xwe Ebîr û bi du guleyan wê kuşt.

Hate diyarkirin ku hevjînên hatine kuştin xwedî 5 zarok in.

 Li gorî agahiyan, nakokiyên di navbera Hisên û hevjîna wî Ebîr de beriya niha gelekî giran bû. Hate diyarkirin ku Hisên gelek zirar li hevjîna xwe dikir, her dawî jî porê wê jêkirbû. Vê yekê hişt ku Ebîr ji mal derkeve.

Her wiha hate zanîn ku Ebîr dema hewl da bi dizî hevjînê xwe bibîne da ku lê vegere, bavê wê ew û hevjînê wê kuşt.

(ac/bb)

ANHA